Ji çapemenî û raya giştî re!
Piştî ku di daxuyaniya me ya bi dîroka 13’ê tebaxê de hatibû ragihandin ku Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin, artêşa dagirker a Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin û ev operasyon jiyana Huseyîna Aygun dixin xeteriyê .
Daxuyaniyên rayedarên TC’ya (Komar Tirk) faşîst ên ku dibêjin operasyonên li herêmê operasyon hatine rawestandin ne rast in û herêm ji aliyê hekîkopterên kobra ve rasterast têne bombebarankirin û balefirê keşfê bênavber li herêmê digerin.
Divê hemû raya giştî li hemberî vê yekê hişyar be û ji bo ewlehiya jiyana Huseyîn Aygun, divê hemû operasyonên li herêmê bêne rawestandin û balefirên keşfê ji herêmê bêne dûrxistin.
14 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê