HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12'ê Tebaxê de di set 06.00ê de di saet 06.00'an de li navçeya Hezoya Amedê li dijî herêma Girê Sor ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 13'ê Tebaxê de di saet 23.30'an de li navçeya Erzîna Hatayê li dijî fermandariya cendermeyan, muduriyeta emniyetê, lojmanên qeymeqamtiyê û polîsên dewriye digeriyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyên ji çar baskan ve hate lidarxistin de 5 polîs hate kuştin, 4 polîs jî birîndar bûye. Agahiya dîl ketina gerîlayekî me yê birîndar jî ne raste. Piştî çalakiyan gerîlayên me bi awayeke saxlem gihîştine yekîneyên xwe.

3. Di 13'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-16.00'an de û di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 20.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxoyê li dijî Gundê Bektorya û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 19.30-21.00'an de li ser riya Pasûr û Amedê rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin cejna gel ê li wir civiyaye hatiye pîroz kirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdar kirin.

5. Serweriya di xeta Gever û Şemzînanê ya gerîlayên me hîn jî berdewam dike.Di 14'ê Tebaxê de hin çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarçovê de;

Di 14'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-20.00'an de riya Şemzînan û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin cejna gel ê li wir civiyaye hatiye pîroz kirin û di derbarê tevgera Şemzînanê ji gel re agahî hatiye dayîn. Di dema kontrolê de kemyoneke ji dijmin re erzaq dikişîne hatiye rûxandin, ajovanê wê Nazim Çîn jî hatiye binçavkirin.

Di 14'ê Tebaxê de di saet 24.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera herêmên Ketînê û Mawaya bi ser bajaroka Rûbarokê ne wesayiteke kar a ji bo avakirina qereqolan qûm dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûaxndin.

Artêşa dagirker a tirk ên bombebaranê xwe berdewam dikin, di 14'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li Colemergê li dijî çiyayê Çarçela ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Dîsa di saet 21.30'an de li dijî Hacyan, Mergan û Gîpê ya bi ser Şemzînanê ye bi helîkoopterên kobrayan hatiye bombekirin.

6. Di 14'ê Tebaxê de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî karwanê artêşa dagirker a tirk ên ji bo mudaxelya pîrozbahiyên gel ên 15'ê Tebaxê yên hatiye qedexekirin, dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, wesayiteke zirxî ya akrep derbe xwariye. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

7. Di 12'ê Tebaxê de Parlemenê CHP'ê Huseyin Aygun ê li ser riya Dersim-Pulurê hatibû binçavkirin piştî lêpirsînên wî qediya di 14'ê Tebaxê de serbest hatiye berdan.

15 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê