ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Qilabana Şirnexê û Herêma Heftanînê dewam dikê. Artêşa Tirk bi israr dixwaze qada Şehîd Kendal a di nava sînorê herêma Heftanînê a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe.
Ji ber hêzên dijmin ji bejahî ve bi pêş ve çû, di 24'ê Sibatê saet navbera 09:00 û 16:00 de li qada Şehîd Kendal dem bi dem şer rû da. Di şerê li 3 nuqteyên cuda de tevî ku hatiye tespîtkirin mirî û birîndarên leşkerên dijmin hene jî hejmara wan nehatiye zelalkirin.
Artêşa Tirk a dagirker, di tevahiya dema şer de qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya yên li herêma Heftanînê bi obus û hawanan bê navbera bombebaran kiriye.
25 Sibat 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê