HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Qilabana Şirnexê û herêma Heftanînê ya bi ser herêmên parastinê yên Medyayê ve ye ev 10 roje opersyona daye destpêkirin berdewam dike. Cih bi cih pevçûn didomin û sewqiyata leşkerî ya li herêmê berdewame. Artêşa dagirker a Tirk dixwaze herêmê û derdora wê bi leşkeran re dorpêç bike.

Di vê çarçoveyê de;

1. Di 24’ê sibatê de (îro) saet di 09.00’an de Qada Şehîd Kendal ya dinava sînorê herêma Heftanînê a bi ser herêmên parastinê yên Medyayê veye bi tanq û topan bombebaran kir. piştî bombebaranê bi armanca ku qada Şehîd Kendal bigirin dest dijmin xwest pêşde biçe û li ser vê pevçûn derketin.

2. Di 23’ê Sibatê de saet di 16.00’an de û di navbera saetên 06.00’ê 24’ê sibatê de li dijî qadên Deriyê Dawetiya, Şehîd Kendal û Geliyê Kuranîş yên dinava sînorê herêma Heftanînê a bi ser herêmên parastinê yên Medyayê veye êrîşên artêşa dagirker a Tirk yên bi topên hawan û obusan û helîkopterên êrîşê yên Kobra bi navber hatine bombebarankirin.

3. Balafirên keşfe ên bê Mirov (İHA) yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk di 22-23’ê sibatê de li Qadên herêmên Parastinê yên Medya li herêma Heftanîn û Zapê faliyetên keşfê meşandiye.

4. Di 23’ê Sibatê de saet di navbera 17.00 û 18.00’an de artêşa dagirker a Tirk ji bo qerekola Museka ya Şemzînan Colemêrgê sewqiyata cepxane û leşkeran a bi konvoya ku ji 20 wsayîtî pêk tê , kiriye.

24 Sibat 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê