Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji roja 15’ê Sibatê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li herêma Şirnex Qilaban û Herêmên Parastina Medya herêmên ku girêdayî Heftenîn yên wekî Meymun, Kaniya Xiyara, Kuraniş û Şehîd Kendal operasyonên ku bi alîkariya tank û wesayîtên Akrep yên zirxî operasyon dane destpêkirin û heya niha jî operasyon berdewam dike.
Di vê çerçovêde:
1. Di roja 22’ê Sibatê de derdorê demjimêr 12.00’an de li herêmên ku navê wan derbaz dibin di navbera gerîlayên me û artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di pevçûnê de wesayîtek zirxî ji destê gerîlayan me derbe xwariye. Li ser îsrara artêşa dagirker a Tirk ji bo bi pêşvehatinê heman roj derdorê demjimêr 16.00’an de pevçûna duwem rûda ye. Di vê pevçûnê de jî wesayîtek zirxî û makîneyek ku li ser “Rêya ewlehiyê” di xebitî hatine derb kirin, 2 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Piştî pevçûnan artêşa dagirker a Tirk bi alîkariya helîkopterên Kobra û wesayîtên zirxî li ser herêmê mudaxele kirine. Li ser bersivdana gerîlayên me helîkopterên Kobra neçar mane bi şûnde vegerin.
2. Di roja 22’ê Sibatê de ji saet 06.00’an Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku dikevin nava herêma Heftenîn Deriyê Dawetiyê, Şehîd Kendal û newala Kuraniş ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve rastî êrîşa bi obûs û hewanan hatiye, êrîşê heya roja 23’ê Sibatê di demjimêrên nîvro de bi navber berdewam kiriye.
23 Sibat 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê