HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Di şerê li vir de bi zelalî, tevî Serhengê Serkanî yê bi navê Îlker Çelîkcan û 31 leşker hatin kuştin, 6 leşker birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên li vir zêdetir e, lê temamiya wan nehat zelalkirin.

Şerê li Geliyê Doskî yê li navçeya Colemêrg Geverê di navbera artêşa Tirk û hêzên me HPG/YJA Starê de derket,di roja 6'ê Îlonê de giran bûye. Artêşa Tirk ji 2'ê Îlonê û vir ve, ji bo ji Oremar û Şitazinê bi pêş ve biçe hêza leşkerî vediguhezîne herêmê û da zanîn ku qada Geliyê Doskî ya di bin kontrola hêzên me HPG'ê de, bi balafirên şer, tank û topan her tim hatiye bombekirin.Li hemberî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk ji bo pêşveçûnê meşand, bersiv hat dayîn û di encama şerê li vir de pêşveçûna artêşa Tirk hatiye sekinandin. Dewleta Tirk a di rojên bihurî de jî windahiyên giran da, encamên vî şerî jî veşartiye.

LI HEMBERÎ LEŞKERÊN DIXWESTIN LI QADA GELIYÊ DOSKÎ BI PÊŞ VE BIÇIN ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN

Di roja 6'ê Îlonê de saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa Tirk ji qereqolên Oremar û Şitazinê, bi konvoyeke mezin a ji 2 tank, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa 'kîrpî' û 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa 'dag geyîgî' ji bo li Geliyê Doskî bi pêş ve biçe, ketiye nava tevgerê. Li pêş vê konvoyê hejmareke zêde ya leşkeran hebû. Di navbera vê konvoya dixwest bi pêş ve biçe û hêzên me yên gerîla de şerekî giran rû da. Di encama lêdana bi çekên BKC, B-7 û ferdî de ji van leşkeran  4 mirin, 4 jî birîndar bûn. Bi wesayîtên zirxî hewl hat dayîn dest li qada şer were werdan. Li vê derê jî hêzên me wesayîteke 'kîrpî' hedef girtin û di encama lêdanên bi bandorê de îmha kirin. Hêzên me yên gerîla ji 6 baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî pêkanîn û di van lêdanên bi bandor ên gerîlayên me de 9 leşker hatine kuştin. Hêzên me çûne ser cenazeyan û 7 çekên Melez, 2 jî debance rakirine. Leşkerên ku cenaze û wesayîtên xwe yên zirxî li cih hiştin û reviyan, piştî nîv saetê bi wesayîtên zirxî û tankan dest li qada şer werdan. Di şerê heta saet 15:00 dewam kir de, hêzên me ji cihekî nêz, bi bombeyan, çekên ferdî û çekên nîv otomatîk li konvoyê xistin. Konvoya derb xwar, hêza xwe vekişand.

Artêşa Tirk ji bo êrîşeke duyemîn ket nava tevgerê .Artêşa TC, piştî saet 15:00, ji Geverê bi 2 tank, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa 'kîrpî', 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa 'dag geyîgî' û gelek leşkeran, ji bo cara duyemîn êrîşî qada Geliyê Doskî bike, ket nava tevgerê. Gerîlayên me, tankek û wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra yên di vê konvoyê de, bi çalakiyeke sabotajê bi temamî îmha kirin û li hemberî leşkerên di konvoyê de şerekî giran meşandin. Hejmara mirî û birîndarên di tanka hat rûxandin de nehat zelalkirin. Her wiha derb li 4 wesayîtên zirxî hatin xistin. Gerîlayên me li vê derê çekek bombeavêj, 1 debance, zincîreke MG-3 a ji 150 fîşekan, 1 dûrbîna Nîkon, 1 dûrbîna sûîqestê, 2 kunye, 5 roketên antî tank û gelek alavên leşkerî desteser kirin. Hêzên me li vê derê cenazeyê leşkerekî jî li cihekî ewle veşartine.

HELÎKOPTERA KOBRA YA DERB XWAR NEÇAR MA VEKIŞE

Di roja 6'ê Îlonê de saet di 17:00 de li Mergê Zere, li dijî girekî ku artêşa Tirk zevt kiribû û bi çekên giran êrîşî qada şer dikir, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk ani. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên ferdî û nîv otomatîk li mewziya 1. a 6 leşker tê de bûn xistin. 6 leşker li vê derê hatin kuştin. Derbên bi bandor li mewziya 2. jî hat xistin û li vir 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Her wiha li qereqolên bi navê Tepê Remo û Tepê Çetê jî derb hatiye xistin. Wekî din, bi çekên giran derb li helîkoptereke bi tîpa Kobra ya dixwest dest li qada şer werbide hatiye xistin û helîkoptera Kobra ya derb xwar, neçar ma xwe ji qadê vekişîne.

JI BEJAHÎ Û HEWAYÎ VE BOMBERDÛMAN HAT KIRIN

Di şerê roja 6'ê Îlonê de artêşa Tirk bi balafirên şer, helîkopterên Kobra, tank û topan qad bomberdûman kir, bombeyên mîsketê û bi fosfor bi kar ani. Şer heta sibeha 7'ê Îlonê dewam kir. Di vî şerî de bi zelalî, tevî Serhengê Serkanî yê bi navê Îlker Çelîkcan 31 leşker hatin kuştin, 6 leşker birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên li vir zêdetir e, lê temamiya wan nehat zelalkirin.

Di vî şerî de ti windahiya hêzên me yên gerîla nebûye.
7 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG