HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gîştî re!

Di 6’ê Îlonê li Êlihê dema helîkoptera leşkerî ya kargo nizm difiriya ji aliyê gerîlayen me hatiye derbkirin, Di navbera rêgeha navçeya Panos û navçeya Melazgir a Mûşê de 2 akrep û TOMA’yek dema dewriye digeriyan hatin derbkirin.
Di i çalakiyen gerîlayen me de 6 leşker, 3 tîmên taybet di nav de 4 polîs hatin kuştin, 8 polîs jî birîndar bûn. Gelek wesayîtên leşkerî hatine derbkirin û kelûpelên leşkerî hatine desteserkirin. Di 6’ê Îlonê de saet di navbera 09.00 - 13.00’an de li hember artêşa TC a dixwaze li nêzî qada Şehîd Kendal a li ser xeta herêma Heftanîn qereqolê çêbike hêzên me yên gerîla bi çalakiyên giran êrîşek pêk anîn. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebû. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Şehîd Kendal bi obus, hawan û tankan bombe kir.

PARÇEYÊN HELÎKOPTERAN, KAMERAYÊN TERMAL Û WESAYÎTA LEŞKERÎ HAT ÎMHAKIRIN
Di 6’ê Îlonê de saet 07.00'an gerîlayên me TIR’e ke ku ji Şirnexê diçû navçeya Çelê ya Colemêrgê sekinandin; di vê wesayîtê de dûrbîneke leşkerî, 7 yelekên pola û gelek kelûpelên leşkerî hatin desteserkirin. Gerîlayên me di heman demê de parçeyên helîkopteran, parçeyên kamerayên termal û gelek kelûpelên leşkerî bi TIR’ê re şewitandin.
Di 6’ê Îlonê de saet 22.00'an Qereqola  Sahîl Guvenlîk a li navenda navçeya Artemêtan a Wanê ye ji aliyê gerîlayên me ve hatiye  hedef girtin. Ji mesafeyeke 50 metre avahiya qereqolê û kulubeya ku hat îmhakirin de 5 leşker hatin kuştin. Îstasyona baz a Turkcell û înternetê ya li qereqolêde ji hat îmhakirin.
LI HEMBER AVAHIYA EMNIYETA ŞEMREXÊ ÇALAKÎ
Di 6’ê Îlonê de saet 23.00’an hêzên gerîlayên me xwestin li ser avahiya Emniyeta Navçeyê ya Şemrexê ya girêdayî bajarê Mêrdînê çalakiyekê pêk bînin, piştî polîsan ev çalakî ferq kirin veguherî pevçûnê. Bi çekên ferdî û bombeyên dest çalakiya ku pêk hat de wesayîtên zirxî yê di bexçê Emniyetê de hatin derbkirin û bi zelalî polîsek hat kuştin.

Di 6’ê Îlonê de saet 23.00’an li hember îstasyonek bazê ya Vodafoneyê ya girêdayî gundê Qurdîsê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û îstasyon îmha kirin.

Di 6’ê Îlonê di saet navbera 15.00-18.00’an de li rêyên navbera navçeya Hezex ya bajarê Şirnexê û navçeya Kerboran a Mêrdînê hêzên gerîlayên me kontrola rê kirin. Di vê rêya ku diçe qereqolên Verzîkê û Xelîla de hêzên gerîlayên me 45 wesayît ji kontrolkirina nasnameyan derbas kirin û der barê pêvajoyê de hatin agahdar kirin. Şexsekî ku ji qereqolê re erzaq dibir gerîlayên me dest danî ser wesayîtê û şexs derxist pêşiya gel. Dema gel ew efû kir, gerîlayên me wesayîta wî danê û ew serbest berdan.
Ev 3 rojên dawî TRT, Tabûrên Girê Cotyar û qereqolên Zîrîngê yên girêdayî bajarê Şirnexê, tevahî herêma Gabarê bi hewan û obusan bomberdûman dikin.

LI HEMBERÎ QEREQOLA GUZELDERE ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Di 6’ê Îlonê li hemberî qereqola Gaz (Guzeldere) a girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê hêzên gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin û trafoyê di hundirê qereqolê de jî hat îmhakirin.

Di 6’ê Îlonê de saet 18.00’an balafirek kargo ya leşkerî ji balafirgeha Êlihê nizm difiriya. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran lê dan û piştî balafirê derbe xwar dîsa vegeriya balafirgehê.

Di 4’ê Îlonê de saet 22.30’an 2 wesayîtên leşkerî yên tîpa Akrep û 1 TOMA li ser rêgeha navçeya Panos a girêdayî bajarê Agiri yê û navçeya Melazgir a Mûş'ê dema dewriye digeriyan, Tîma Şehîd Simko bi awayekî bandor lê dan. Ji 40 metreyî bi çekên ferdî û roketan êrîş pêk hatin û di encam de her du wesayîtên tîpa Akrep derbe xwarin. Di heman demê de bi çekên ferdî li ser TOMA’yê êrîş çêbû. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
LI AMED’Ê 3 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET MIRIN,8 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di 6’ê Îlonê li taxên Baglar û Sûrîçî ya Amêdê di pevçûna navbera gel û polîsan derket de di encama çalakiyên komên berxwedêr de 3 polîsên tevgera taybet mirin û 3 ji wan bi giranî 8 jî birîndar bûn. Ev pevçûn didomin.
Di 6’ê Îlonê de saet 17.00’an li hemberî 3 perwaneyên ba yên li qada Çerçî Kaya ya girêdayî navçeya Serînyol a bajarê Hatayê çalakiya sabotajê hat pêkanîn û her sê jî hat îmhakirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera hewayî her roj zêdetir dîbe

Li herêmên Parastinê yên Medya tevgera Balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov rû dan. Her wiha qereqola Grana ya li ser sînorê xeta Avaşîn bi obus û hawanan êrîşî qada Govendê kir.

Di navbera 6’ê Îlonê de  saet 18.30 û bi şev saet 02.00 û di 7’ê Îlonê de saet 06.30 - 07.30 li ser herêma Avaşîn tevgera balafirên şer rû da. Her wiha di 7’ê Îlonê de saet di saet navbera 01.00 - 02.00 de balafirên şer qada Tepê Sor a li ser xeta herêma Avaşîn bombe kir.

Di 6’ê Îlonê de saet 18.30 û di 7’ê Îlonê de saet 02.00 de qereqola Granan; qada Govendê, di 7’ê Îlonê de saet di navbera 07.00-07.30 de qereqola Oremar qada Şehîd Bager a li ser xeta herêma Avaşîn bi obus û hawanan bombe kir.

Di 6’ê Îlonê de saet di navbera 20.00 - 21.00 de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov bi armanca keşfê geriyan.
7 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG