HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 19'ê Hezîranê de li navçeya Geverê li dijî qereqolên Şitaza û Oramarê çalakiyên befireh hatibû lidarxistin û di encama vê çalakiyê de ji 100'î zêdetir leşkerên dijmin hatibû kuştin. Di vê pevçûnê de 14 rêhevalên me jî bi lehengî şer kiribûn û gihîştibûn şahadetê. Di vê çalakiya berfireh de Rêhevalê me Dijwar jî birîndar bibû û tevî hemû hewldanan me nekarî rizgar bikin û hevalê Dijwar jî tevlî nava refê nemiran bûye.

 

Nasnav: Dijwar Bamernê
Nav û Paşnav: Jiwar Suleyman
Navê dayik û bav: Nefise - Suleyman
Cihê jidayikbûnê: Dihok

 

Hevalê Dijwar ê li bajarê Duhokê Başûrê Kurdistanê ji dayikbûye, piştî tevgera azadiyê nas dike, eleqeyeke mezin nîşan dide. Hevalê Dijwar bawer kiriye ku heta li Kurdistanê tekoşîneke xurt, bingehîn û bi serkeftî neyê meşandin rizgarî ne gengaze, li ser vê hîmê biryara xwe ya tevlêbûnê dide û nemaze li Zagrosan demeke dirêj tevlî nava tekoşîna gerîla dibe.

Li gel perwerdeyên dîtiye, bi lez taybetmendiyê mîlîtanê şoreşger girtiye û bi baweriya azadî di azadkirina her çar perçeyan de ye, bi tekoşîna APOyî ve hatiye girêdan. Ji bo Rêber APO azad bibe, di her şert û mercdan sonda nîşandana sekna mîlîtanê berxwedêr daye û bi lez pêşketiye. Hevalê Dijwar bi kedkariya xwe, zîrekiya xwe li her qadan xebatên girîng bi rêvebiriye. Girêdana wî ya bi şehîdan di asta herî jor de ye. Nemaze di axaftineke xwe ya li ser Şehîd Heqî Qarer dema dinîrxîne bi biryardarî tîne ser ziman.

Hewldanê wî yê xurt ê ji bo di aliyê bîrdozî de xwe bi pêş bixe hebû. Di tekoşîna gerîla de li herî pêş erk û wezîfe digirtin ser milê xwe, bi taybetmendiyê xwe yê lezbûn û di xebatê de serkeftinê bingeh girtinê de rêz û hezkirina hevalên xwe bi dest xistiye. Hevalê Dijwar herî dawî di çalakiya berfireh a di 19'ê Tîrmehê de li Şitazan û Oramarê de bîrîndar bibû. Di vê tevgerê de Hevalê Dijwarê roleke girîng girtibû ser milê xwe, tekoşîneke pir xurt meşandibû. Tevî hemû hewldanan hevalê Dijwar gihîştiye şahadetê. Hevalê Dijwar jî di nava vê tevgera şoreşgerî de cihê xwe girtiye û di nava karwanê azadiyê de cihê xwe bgirtiye.

27 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê