HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Hêzên Parastina Gel di 24'ê Tîrmehê de li Şemzînanê tevgereke berfireh daye destpêkirin. Gerîlayên m e di 23 û 24'ê Tîrmehê de li ser riya Şemzînan-Gerdiyayê du rojan rê kontrol kirine. Li dijî artêşa dagirker a tirk ên ji çar aliyên xwestine gerîlayên me dorpêç bikin, di 24'ê Tîrmehê de tevgerek hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê tevgerê de Tûgaya Şemzînanê, Alaya Garê û yekîneyên bi tevger ên di eraziyê de bûne hedefên gerîlayên me. Hewldanên mudaxeleyê yên artêşa dagirker a tirk xwestiye ji bejahî bike, paş de hatine verandin. Êrîşên hewayî jî bi berxwedanî hatiye astengkirin.

Dewleta mêtinger a otorîteya wê li herêmê hejiyaye, di tevahiya 4 rojan de bi hewan, obus, tank, balefiran bi dijwarî li dijî herêmê bombebaran kiriye, bi vî rengî xwestiye serweriya xwe li vê herêmê cardin saz bike. Li beramberî gerîlayên me nekarî bi serbikeve, beramberî vê li dijîGundên Nehrê, Bêgirdê, Navrêza, NÎrkola, Robînos, Girê Konserve, Genîştepe, Girê Karker û quntarê wê bi balefirên şer, top û obusan bi dijwarî hatiye bombebarankirin. Li van gund û mezrayên navborî de zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye herweha gelek sewalên wan jî telef bûye. Şerê li herêmê hîn jî berdewam dike.

Hukumeta AKP'ê gelek caran behsa şerên li Sûrî û gelek deverê din dike, li van deran behsa berxwedana gelan dike, lê li beramberî vê jî Gelê Kurdistanê bi her cûre çek û bikaranîna teknîkê dixwaze berxwedana wan bipelçiqîne. Ev pêvajoya şer a tenê di roja duyemîn de 30 leşkerê dijmin hatibû kuştin û 4 gerîlayên me gihîştibû şahadetê, ji aliyê artêşa dagirker a tirk hêza çapemeniyê jî hatiye bikaranîn û xwestine rastiyên li vir ji raya Tİrkiyê û cîhanê veşêrin. Di beşên tên dayîn de jî dixwazin rastiya berovajî bikin û yên wendahiyên mezin didin wek ne artêşa tirk e, gerîlane nîşan bide û bi rengî dixwaze raya giştî bixapîne.

Îro li Şemzînanê bi hezaran leşker û bi sedan gerîla di nava pevçûnê de ne, li dijî qadeke bi tank, top, obus, balefir û bi helîkopteran cardin her cure teknolojî tê bikaranîn. Bi xwe li navenda Şemzînanê Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê ev du rojin di bin kontrola gerîlayan de ye û tê lêdan. Hêzên dagirker hema li hemû herêmê li ku ketibe nava tevgerê li wir gerîlayên me bersiv dane wan. Ev şerê li herêmê hîn jî bi rengê cûda berdewam dike.

27 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê