ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Tebaxê saet 17.00’an artêşa Tirk ya dagirker li hember Girê Mamreş û Şehîd Ronahî yên li ser xeta sînorê Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran bombardûman pêk aniye. Di dema artêşa Tirk ya dagirker bombardûman dikir, hin yekîneyan jî li derdorê operasyon pêş xistin û Lê ev operasyon bê encam bi dawî bûn.
2. Du helîkopterên artêşa Tirk ya dagirker Di 5’ê Tebaxê demjimêr di navbera 17.00 û 18.00’an de li ser herêma Şehîd Xebat, Kumsor, Karer û Dola Perî yên girêdayî Amedê firiyane. Qada Dola Perî jî hatiye bombardûmankirin û erazî şewitiye. Her wiha bi helîkopterên skorsky leşker danîne qadê û heta niha jî operasyona artêşa Tirk ya dagirker didome.
3. Di 5’ê Tebaxê demjimêr di navbera 16.00 û 17.00’an de artêşa Tirk ya dagirker ji bo qereqola Amargî ya girêdayî Amedê sewqiyata leşkerî û cebilxanê kiriye. Yek ji cihên din ku operasyon lê hatiye destpêkirin navçeya Tabura Kigi ya Çewlikê ye.
4. Di 5’ê Tebaxê demjimêr di navbera 23.00 û 00.30’an de balafirên bê mirov yên artêşa Tirk ya dagirker li ser herêma Zapê ya Qadênme yên Parastinê yên Medya geriyane. Ji demjimêr 06.00’ê sibehê ve li ser herêma Xakurkê hîn ji balafirên keşfê digerin.
6 Tebax 2014
Navenda çapemenî û ragahandinê-HPG