Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Nîsanê de di navbera saet 12.00 û 13.00’an de balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Parastina Medya li herêma Metîn faliyetên keşfê dane meşandin û dîsa di 5’ê Nîsanê saet di 09.00’an de faliyetên keşfê hîna didome.
2. Di 4’ê Nîsanê de saet di navbera 08.00 û 09.00’an de balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Parastina Medya li herêma Zapê faliyetê keşfe meşandine, ev keşf bi şev saet di 23’an heta 02.00’an berdewam kiriye.
3. Di 4’ê Nîsanê de saet di navbera 11.00 û 13.00’an de balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Parastina Medya li herêma Heftanînê faliyetê keşfê meşandine. Herweha saet di navbera 08.30 û 09.00’an de balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li herêma Garê faliyetên keşfê hatine meşandin.
4. ji 30’ê Adarê û heta niha balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker girêdayî Şirnexê li Çiyayê cudî faliyetê keşfê bi navber tê meşandine. Her weha ev tevgera balfirên keşfe heta neha berdewam dike.
5 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê