HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên bin kontrola gerîla de liv û tevgera leşkerî, çêkirina çeperan û çêkirina karakonên leşkerî bi lez xistiye. Li ser vî esasî:

1. Di roja 5’ê Nîsanê de, saetên nîvro de li ser Girê Mamreş yê girêdayî navçeya Colemêrgê Şemzînan, (ev herêm ji Herêmên me yên Parastina Medya xeta sînor a herêma Zagrosê ye) artêşa dagirker a Tirk bi leşkeran xebatekî zêde a keşifê daye destpê kirin. Li hemberî liv û tevgera leşkerî a li vir ji aliyê hêzên meyên gerîla ve bersiv hatiye dayîn.

Di roja 5’ê Nîsanê de li ser sînorê gundê Barox yê girêdayî Şemzînanê leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên ku xwestin derbasî Herêmên me yên Parastina Medya bibin hêzên me yên Gerîla bersiv daye. Di heman saetan de artêşa dagirker a Tirk li hemberî Herêma me a Parastina Medya, herêma Zagrosê girê Ronahî bi hawan û topên obûsan bombebaran pêkaniye. Di heman rojê de saet 12.00’an de gera balefirên keşifê a ku destpê kir, heya saet 19.00’ê şevê dom kir.

2. Di roja 5’ê Nîsanê de saet 10.30’an de wesayitên aîdê artêşa Tirk a dagirker, ji karakola Bilican ya ku nêzî ji Herêmên me yên Parastina Medya Zapê ye derketine, ber bi girê Gûvenlikê ve ketine rê. Li hemberî vê liv û tevgera operasyona artêşa dagirker a Tirk hêzên me yên gerîla jî bi çekan bersiv dane. Di pevçûna ku li vir derket de heya saet 12.00’an dom kiriye. Di saet 12.00’an de hêzên dewleta Tirk neçar mane ku paşda bikêşin, her wiha di roja 5’ê Nîsanê de saet 12.00’an de balefirên keşifê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêma me a Zapê, heya vê siharê saet 05.30’an gera keşifê pêkanîne.

3. Di 5’ê Nîsanê de di navbera saet 15.15 û 17.00’an de artêşa dagirker a Tirk li hemberî Girê Dêrsim yê Girêdayî Herêma Metîna a girêdayî Herêmên Parastina Medya bi hawan û topên obûsan bombebaran pêkanîne. Disa di roja 5’ê Nîsanê de li hemberî heman herêma me balefirên keşifê yên aîdê artêşa dagirker a Tirk di navbera saet 07.00 û 12.00’an de keşif pêknaîne.

4. Di roja 5’ê Nîsanê de navbera saet 10.00 û 16.00’an de balefirên keşifê yên aîdê artêşa dagirkera Tirk li ser Herêma meya Xakûrkê a girêdayî Herêmên me yên Parastina Medya re gera zêde a keşifan pêkanîne. Ev gerên keşfê di 6’ê Nîsanê saet 08.00’an de destpê kirine û heya niha jî didomin. Her wiha di roja 5’ê Nîsanê de li ser herêma me a Garê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya re gera zêde a keşifan pêkhatiye.

6 Nîsan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê