HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 5'ê Tebaxê de li navenda Amedê li Batikentê li dijî Fermandariya Kolorduya 7. ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

2. Di 9'ê Tebaxê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dijî polîsên tevgera taybet ên diçe qereqolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

3. Di 10'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li navçeya Sîlopiya Şirnexê li dijî Qereqola Kelîka Sînor ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Sinaht, Gumruk, Bezenîk û Dêreşîşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gundiyên herêmê naçar mane ji herêmê dûr bikevin, herweha şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

4. Di 10'ê Tebaxê de di saet 21.30'an de li navçeya Gevera Colemergê lidijî Biryargeha Fermandariya Tumenê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 11'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li ser riya Gever - Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di vê kontorlê de tirek ji qereqola Şitazinê re erzaq û alavên leşkerî bar dikir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Ajoker Abdulbasit Aydin jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.

Di 11'ê Tebaxê de ji saet 17.00'an heta 12'ê Tebaxê saet 03.00'an li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di 12'ê Tebaxê di saet 06.00'an de jî li dijî Girê Remo û Deriyê Derya yê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

Pira Xaşkan a di navbera Gever - Şitazinê beriyê niha ji aliyê gerîlayên me ve hatibû rûxandin ji aliyê artêşa dagirker a tirk careke din hatibû avakirin. Di 11'ê Tebaxê de di saet 00.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve ev pir careke din hate rûxandin.

Artêşa dagirker a tirk ku nekarî ji bejahî biçe Şitazin - Oramarê di 12'ê Tebaxê de (îroj) di saet 09.00'an de helîkopterên skorsky û kobrayên dixwestin erzaq û alavên leşkerî veguhezînin vê herêmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dijmin naçar maye paş de vekişe.

5. Di 11'ê Tebaxê de di saet 19.30'an de li li navçeya Dortyola Hatayê li dijî şantiyeyeke li Bajaroka Payasê ya Febrîqeya Demîr-Çelîk a îskenderûnê ji aiyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 wesayitê kar ji aliyê gerîlayen me ve bi şewatê hatiye rûxandin.

6. Di 11'ê Tebaxê de di navbera saet 17.30-20.00'an de li ser riya navçeya Pîranê û Qereqola Şingirika Amedê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîne hatiye lidarxistin. Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatiye kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di dema kontrolê de keseke bi dijmin re hevkariyê dike li pêşiya gel dadgehek hatiye damezrandin û hatiye darizandin. Piştî dadgehê li ser daxwaza gel bi şertê careke din bi dijmin re nexebite ev kes serbest hatiye berdan.

7. Di 10'ê Tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê di navbera Guzeldere û Bableşînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxisin. Di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû lidarxistin 18 leşkerên dijmin hatibû kuştin, rêhevalekî me jî gihîştibû şahadetê. Me ev agahî doh par vekiribû. Di vê çalakiyê de rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Çem Suruç
Nav û Paşnav: İsmet Karak
Navê dayik û bav: Uveyş - Muslum
Doğum Yeri: Suruç , Urfa

8. Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê tevgera şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû destpêkirin li gor plansaziyê berdewam dike. Artêşa dagirker a tirk ku zêdetirî du hefteyan nekarî pêş de biçe, naçar maye paş de vekişe. Serweriya hêzên me li herêmê hîn jî berdewam dike.

Di encama pevçûnên dawî de gerîlayên me 2 dûrbînê roj, dûrbîneke şev û 500 guleyên BKC desteser kiriye.

Artêşa dagirker a tirk di 10'ê Tebaxê de li dijî Geliyê Nîkola û Gundê Arê yên bi ser Şemzînanê ve bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di çarçoveya opersayonê de di 4 û 5 'ê Tebaxê de me şahadeta 5 rêhevalên xwe ji raya giştî re eşkere kiribû. Nasnameya 5 rêhevalên me yê di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Ekin Deniz
Nav û paşnav: Latife Baran
Navê dayik û bav: Toli - Hemdin
Cihê jidayikbûnê: Beyşebap, Şirnex

 

Nasnav: Serxwebun Van
Nav û paşnav: Aziz Zengel
Navê dayik û bav: Nuriye - Şahabettin
Cihê jidayikbûnê: Wan

 

Nasnav: Mirza Zagros
Nav û paşnav: Mehmet Emen
Navê dayik û bav: Abdullah - Ayşe
Cihê jidayikbûnê: Yureyir , Adana (Ji Mêrdînê ye)

 

Nasnav: Siyabend Canfeda
Nav û paşnav: İsmail Zamani
Navê dayik û bav: Nahide - Kerim
Cihê jidayikbûnê: Urmiye

 

Nasnav: Şoreş  Samûray
Nav û paşnav: Şirvan Ahmet
Navê dayik û bav: Melihe - Xelil
Cihê jidayikbûnê: Kobanî

9. Li navçeya Şemzînana Colemergê li herêma Gerdiyayê li dijî mala Mehmet Saît Dînç êrîşeke çekdarî hatiye lidarxistin. Ev êrîş ji bo Eşîra Gerdî li dijî dijî me were sorkirin ji aliyê kontrayan ên girêdayî artêşa dagirker a tirk ve hatiye lidarxistin. Tu têkiliya tevgera me û gerîlayên me bi vê êrîşê re nîne.

12 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê