Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Tebaxê de di saet 08.40'an de li navçeya Elbaka Wanê li herêmên Guzeldere û Bableşînê li dijî wesayiteke leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de panzerek hatiye rûxandin, 10 leşker jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûneke 3 saetan qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 8 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi çar helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî vê çalakiyê di pevçûna qewimî de rêhevalên me gihîştiye şahadetê, rêhevaleke me jî birîndar dîl ketiye destê dijmin. Wê nasnameya rêhevalê me yê şehîd ketiye dema hate zelalkirin ji raya giştî re were eşkerekirin.
2. Di 10'ê Tebaxê de di navbera sate 15.00-22.00'an de li Colemergê riya Gever - Oramarê ji aliyê gerîlayen me ve hatiye birîn. Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatiye kontrol kirin û di derbarê operasyonên şoreşger ên li Şemzînan û Çelê de agahî hatiye dayîn. Kontrolkirina rê ya li herêmê hîn jî berdeawam dike.
3. Di 10'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-19.00'an de li riya Pasûr - Mûş ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrol kirin. Gerîlayê me yê kontrola nasnama kirine û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di dema rêbirînê de wesayiteke hişyariya rawestînê guhdar nekiriye û bi gerîlayên me re ketine pevçûnê. Di encama ve pevçûnê du cerdewan birîndar bûne, kaleşnîkofek, 5 cercorê wê û debanceyek van kesan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di çalakiyê de herweha wesayiteke a Şîrketa Barikler a Macît Barîk ku di karên avakirina qereqolan de dixebitînin hatiye şewitandin.
4. Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama çalakiya li dijî Qereqola Diha kevn û du girên ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 20 leşker hatibû kuştin bi dehan leşker jî birîndar bibû. Herweha gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatibû desteserkirin. Dîsa me eşkere kiribû ku du rêhevalên me di vê çalakiyê de bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Heqî Herekol |
|
Nasnav: Şoreş Xoy |
11 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê