Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 12’ê Nîsanê navbera saet 13.00-14.00’an de artêşa dagirker a Tirk li gundên Stune û Dêrik yên girêdayî Şemzînanê dema ku xwestin qeraqolekî nû çêbikin, hêzên me yên gerîla li hemberî çêkirina vê qeraqola nû bi çekên giran êriş pêk anîne. piştî çalekiya hêzên gerîla şûnde gire Toste ji aliye artêşa Tirk ve bi topên hewanê hatiye bombebaran kirin. Cardin helîkopterên bi tîpê kobra yên aîdê artêşa dagirker a Tirk avên Goste û Hacibegê bi şêweyekê bê navber topbaran kirine. Weke din jî li ser van herêman gera balefirên bê mirov yên keşfê di navbera saet 14.00-17.30’an de dom kiriye.
2. Di roja 12’ê Nîsanê navbera saet 10.00-12.00’an de li gundên Girana yê girêdayî Şemzînan ku çêkirina qeraqolê lê didome li gel gire Mamreş yê li ser sînorê Herêmên Parastina Medya jî liv û tevgera leşkeri didome. Di dema danîna leşkeran de tevgera helîkopterên kobra li ser vê herêman pêk hatiye.Her weha di hundirê 2 saetan de helîkopteran 4 caran lê daniye û her carê hêzekî 15 kesî a leşkeran daniye vê herêmê.
3. Roja 12’ê Nîsanê navbera saet 14.30 û 16.00’an de artêşa dagirker a Tirk di navbera Hêrêmên me yên Parastina Medya û sînorê Qilabanê de tangek bi cih kirine, li ser gire Serbest û Çete sewqiyata alavên leşkerî kirine.
4. Di roja 12’ê Nîsanê de navbera saet 03.00 û 12.00’an de balefirên bi tîpa Heron yên keşifê ku aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Ape Musa a girêdayî Amedê re geren keşifê pêkanîne.
5. Di roja 12’ê Nîsanê navbera saet 17.00 û 18.00’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên me yên Parastina Medya, herêma me a Zapê re gerên keşifê pekanîne.
13 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê