Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê Nîsanê de artêşa dagirker a Tirk li ser xeta sînor a Şemizdînan li derûdora karekola Girana û derûdora wê çeperên nû çêdike û ji bo na wê sewqiyatekî mezin a leşkerî ji bo herêmê pêkaniye. piştî bersîvdana gerîlayên me li himberî tevgera leşkerî, herêm bi hewan û obusan hatiye bombebaran kirin. Di 11’ê Nîsanê de hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersîva van hêzan dane. Di 11’ê Nîsanê de di saetên derengiya şevê de Li herêmê helîkopterên Kobra bombebaran kirine û tevgera leşkeri ya dijmin berdewam dike. Her weha di 11’ê Nîsanê de ji saet 12.00’an firokên keşfe ên bê mirov li ser herêmê bi awayek berfireh diğerin û heta neha berdewam dike.
2. Di 11’ê Nîsanê di saetên sibehê de helîkopterên Skorsky li ser herêma Şehîd Kendal (herêma Şehîd Navdar)a girêdayî Amedê ye, bi awayekî zêde firînên keşfê lidarxistine. Li ser bersîvdana hêzên me a li himberî van firînan, helîkopterên Skorsky ji herêmê hatine dûrxistin. Tevahiya şevê firokên bê mirov yên Keşfê ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser vê herêmê keşfên zêde berdewam kirine.
12 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê