Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Gulanê de di saet 16.00’ande li Şirnex li gundê Yekmalê, Girê Sînek û Girê Elemûn ku bi ser Qilabanê ye Artêşa TC’ê dixwest ji vir sînor derbas bike, lê li vir rastî berxwedaniya gerîla yê me rast hat û pevçûnên gelek dijwar qewimiye.
Di encama van pevçûnan de şahadet a 4 gerîla yê me ji araya giştî re hatibû parvekirin. Li gorî agahiyên herî dawî yên ketine dest me, di van pevçûnan bi giştî 8 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Gerîla yê mey ê bi navê Hakî – Ahmet Şêxo bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê. Dema agahiyên berfirehtir bikeve dest me wê ji raya giştî re bê parvekirin.
Nasname ya gerîla yê me yê şehîd ketiye;
Navê kod: Heqî Efrîn |
Heqî Efrîn – Ahmet Şêxo
2. Di 12’ê Gulanê de pevçûnên li navçeya Şirnex Qilabanê li herêma Arûşê Girê Kurê Şîno ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Di van pevçûnan de 4 leşkerêndijmin ji aliyê gerîla yê me hatibû kuştin, gerîla yê mey ê bi navê Xebatkar Kobani – Riyad Berkel jî bi lehengî şer kiribû û gihîştibû şahadetê. Di van pevçûnan de Hevalê Şoreş jî birîndar bibû lê tevî hemû hewldanên me gihîştiye şahadetê.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;
Navê kod: Şoreş Serhat |
Şoreş Serhat – Atanûr Şahîn
3. Di 20’ê Nîsanê de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Gafûr, Şehîd Karker û Şehîd Şiyar ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên keşfê 63 nepox (balon) hatiye avêtin, di encama li hewa teqîna van nepoxan dûmanek sipî belavbûye.
4: Ji 15’ê Gulanê û virve li navenda Dersimê li dijî Hingirvan, Kirizidag û paleyên Rojnê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
16 Gulan 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê