Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Gulanê de di saet 16.00’ande li navçeya Şirnexê Qilabanê li derdora gundê Yekmalê, di nabera Artêşa TC’ê ya bi armanca sînorderbaskirinê hêzê xwe vediguhezt herêmê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên di tevahiya rojê berdewam kiriye û êrîşen havan, obus û kobrayan de 4 gerîla yê me şehîd ketiye.
Ji ber pevçûnên li herêmê hîn jî berdewam dikin, agahiyên berfireh ê li herêmê di rojên pêşiya me de bi raya giştî re wê bê parvekirin.
Nasnameya hevalên mey ê gihîştine şahadetê;
Navê kod: Dijwar Goyî |
|
Navê kod: Canşêr Şempiri |
Nav û paşnav: Kahraman Rodî |
Navê kod: Berxwedan Melazgir |
2. Di 14’ê Gulanê de di saetên serê sibê de li Colemerg ji navbera Qereqolên Deştan û Girê Sor ku bi ser Çelê ne li dijî Artêşa TC’ê ya dixwest sînor derbasbike ji aliyê gerîla yê me dafikek hatiye teqandin. Di saet 09.00’ande di encama teqandinê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Herweha maşîneke dijkmin hatiye derbekirin. Piştî çalakiyê gerîla yê me ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Aliyê TC’ê hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.
3. Di 14’ê Gulanê de ji saet 10.00’an heta 15’ê Gulanê saet 04.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Deriyê Dawetiyê, Girê Nêriya, Dola Bêtalma, Girê Partîzan, Girê Heliz, Xantûr, Kêlê û Dola Alaniş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêş TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 12’ê Gulanê de di saet 24.00’ande li navçeya Şirnex Qilabanê li herêma Aşûrê li girê Kurê Şîno Artêşa TC’ê ku dixwest sînor derbas bikin, li berxwedaniya gerîla yê me rasti hatin. Pevçûnên di 12’ê Gûlanê de di saet 02.00’ande destpêkiriye heta 13’ê Gulanê berdewam kiriye. Di van pevçûnan de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, hevalê Xebatkar Kobanî – Riyad Berkel bi berxwedanî li berxwedaye û şehîd ketiye. Di 13’ê Gulanê de di saetên serê sibê de ji aliyê helîkopterên kobra yên Artêşa TC’ê li dijî herêmên pevçûna û Herêmên Parastina Medya bomberandikin.
Nasnameya hevalê mey ê şehîd ketiye;
Navê kod: Xebatkar Azad |
15 Gulan 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê