Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Hêzên me 11’ê Cotmehê saet 10:00’an de li herêma Maden a Şirnexê li dijî Suleyman Bolunmez çalakiyek kiriye.
Kesê bi navê Suleyman Bolunmez hemû îhaleyên qerqolên ku li herêma Cûdî bên çêkirin û tên çêkirin girtiye, heman demê yek ji kesên ku li Şirnexê xebatên sîxûriyê pêş dixe ye. Bûye hevkarê sûcên qirker ên mêtingerkirina erdnîgariya Kurdistanê û Gelê Kurd. Ji ber van sûcan Suleyman Bolunmez ê hate xwestin bê cezakirin, bi giranî birîndar bûye.
2. Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin, di vê çarçoveyê de;
- 30’ê Cotmehê saet di navbera 03:00-04:00’an de gundê Ergenê ya li devera Meyrokê ya Herêma Garê bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye. Ev şewat hê jî didome. Dewleta Tirk a mêtinger bi zanabûn bax û baxçeyên gundiyên Ergenê kiriye hedef û bombe kiriye.
- 30’ê Cotmehê saet 17:00’an jî dever Kêste ya girêdayî Herêma Metînayê balafirên şer bombe kiriye.
- 30’ê Cotmehê saet 15:00’an balafirên şer devera Sîda ya Herêma Zapê bombe kiriye. Dîsa heman rojê saet 21:00’ê dever Çemço ya Herêma Zapê ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin.
Di van êrîşan de tiştek bi hevalên me nehatiye.
31’ê Cotmeha 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê