Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
– 18'ê Gulanê li herêma Xakurkê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo di navbera girên Lêlikan û Kevortê de çalakiya sabotajê hate kirin û wesayita zirxî hate îmhakirin.
24'ê Gulanê saet di 18:00 de dagirkerên ku bi wesayiteke din hatin enqazê wesayita îmhakirî bide hev, bû hedefa çalakiyeke sabotajê. Ev wesayit jî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
– Dagirkerên ku 23'ê Gulanê hatin qada Dola Maran a li herêma Avaşînê, 24'ê Gulanê saet di 15:30'î de hewl dan bikevin çeperên şer. Hêzên me jî bi çekên nîv otomatîk derbên giran li dagirkeran dan. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ku heta astekê xwe vekişînin.
– 24'ê Gulanê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên ku xwestin li qada Cîlo yê Biçûk ê li herêma Zapê bi pêş ve biçin, çalakiyek hate lidarxistin. Li vê derê dagirkerek hate cezakirin. Piştre li dijî dagirkerên ku xwestin li seranserê Cîlo yê Biçûk bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Şerê li vê derê heta saet 11:00 bi navberê dewam kir û dagirkerek hate cezakirin. Dİ heman demê de li qada Cîlo yê Biçûk bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de jî bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkeran heta astekê xwe vekişandin.
– 24'ê Gulanê saet di 14:30'î de li herêma Zapê li seranserê Cîlo yê Biçûk, li dijî dagirkerên ku ber bi Tengava Şehîd Serxwebûn ve diçûn çalakiyek hate lidarxistin. Li çeperekê li 2 dagirkeran hate xistin. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin û çeper hate rûxandin.
– 24'ê Gulanê saet di 14:40'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan ê li herêma Zapê, çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
– 24'ê Gulanê saet di navbera 16:30-17:00 de li Dola Konferansê ya li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
– Hêzên me yên YJA Starê 25'ê Gulanê saet di 08:30'î de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr du çalakî lidar xistin.Bi rêbaza sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Di heman demê de kamerayeke mobese ya li ser gir hate îmhakirin.
2. Şeva 20'ê Gulanê, komek ji hevrêyên me yên ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihate tedawîkirin û ji dermankirinê vedigeriyan, li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk. Di vê êrişê de 4 hevrêyên me şehîd bûn.
Medya şerê taybet a dewleta Tirk ku berevajîkirina rastiyê ji xwe re kiriye pîşe, vî karê xwe timî dike. Ji bo nixumandina têkçûna xwe ya li Avaşîn, Zap û Metînayê, bi her awayî serî li derewan dide, bi rêya vê yekê hewl dide serketineke erzan biafirîne.Hevalên me Zagros, Dilgeş, Dara û Firat pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebûn û ji tedawiyê vedigeriyan. Sivîl bûn, bêçek bûn, lê belê tevî ku bêçek bûn, bûn hedef. Berevajî îdîayên ku dewleta Tirk dike, ti wezîfeyeke di asta herî bilind de ya van hevalên me tune bû. Ev îdîa derew e. Lê belê her çar hevrêyên me jî ewladên leheng ên bijartî yên gelê me bûn, milîtanên hêja yên partiyê bûn.
Tê fêhmkirin ku di vê bûyerê de jî rola hin sîxurên xwecihî heye. Di encama îxbara namerdî ya sîxurên bi MÎT'ê re dixebitin, bûn hedefa êrişê. Li dijî van sîxurên ku hevkariyê bi dijmin re dike, ji ber ku kes dengê xwe nake û ji nedîtî ve tê, ev sîxur bêyî astengiyekê bibînin li herêmê tevdigerin. Em bang li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ên ku di şoreşê de kedeke mezin daye û bi taybetî bang li ciwanên Kurd dikin ku van sîxurên dijmin qebûl nekin, helwestê li dijî wan nîşan bidin, wan di nava xwe de venehewînin û li ber tevna sîxuriyê rabin.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Zagros Glort |
Zagros – Selahattîn Dede
Nasnav: Dilgeş Serhat |
Dilgeş – Mehmet Emîn Alkaş
Nasnav: Dara Bêrîtan |
Dara – Babek Ebdiselendecî
Nasnav: Firat Şoreş |
Firat – Anter Firat
Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a Colemêrgê ji dayik bû û di demeke kurt de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Zagros bi bandora karaktera şoreşgerî û welatparêzî ya Rêberê me û tevgera me, demeke dirêj nîv profesyonel tevlî karê şoreşê bû. Di nava vê demê de bi ked û fedakariyeke mezin kar kir, sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros ku ne xerîbê jiyana gerîla bû û timî di nava gerîla de bû, ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi coş û tempoyeke mezin berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî. Bi sekna xwe ya sade û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û dilsozê hevrêtiyê bû.
Hevrêyê me Dara li nava malbateke welatparêz a li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Mêtinger ji bo ciwanên Kurd ji têkoşîna şoreşgerî dûr bixîne û nehêle ku ciwanên Kurd tevlî nava refên partiyê bibe, polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Hevrêyê me Dara jî demekê ketibû bin bandora van polîtîyan jî piştî ku partiya me PKK û Rêber Apo nas kir, ev polîtîkaya rejîma Îranê baştir fêhm kir û bi helwesteke şoreşgerî tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bandora sîstemê ya dûrxistina şexs ji cewhera xwe, ji ser xwe avêt. Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê wezîfe kir û di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi kedkarî, fedakarî û bêhesab tevlî bû.
Hevrêyê me Dilgeş li nava malbateke welatparêz a Mûşê ji dayik bû. Hevrêyê me Dilgeş kevneşopiya berxwedêr a herêma Serhedê ji xwe re kir esas û bi ciwantiya xwe re polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger qebûl nekir, tevlî nava karên şoreşgerî bû. Ji bo li dijî faşîzma DAÎŞ'ê şer bike tevlî nava refên gerîla bû, ku DAÎŞ hingî bi desteka dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi êrişeke mezin ikribû. Tevlîbûna li nava refên gerîla, li dijî polîtîkayên qirkirinê ne weke alternatîfekê, lê weke ferzekê têgihişt û bi vê têgihiştin û berpirsyariyê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî pêk anî. Hevrêyê me Dilgeş qîmeteke mezin da hevrêtiyê, ji dil bawer kir ku divê wezîfeyên şoreşgerî yên hevrêyên şehîd bûn bên bicihanîn û nirxên nû bên afirandin.
Hevrêyê me Firat li nava malbateke welatparêz a Rihayê ji dayik bû, li dijî rêxistiniyên komprador ên noker û nokeriya ji dewleta Tirk re, bi çîrokên berxwedanê yên pêşengên şoreşger mezin bû. Di demekê de ku têkoşîn bi xurtî dihate meşandin, hevrêyê me Firat tevlî nava têkoşîna şoreşê bû û ev biryardariya xwe ya têkoşînê ji bo xwe veguherand kesayetiya milîtan. Hevrêyê me Firat li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya, bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû. Hevrêyê me Firat bi sade û durustiya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zagros, Dilgeş, Dara û Firat ên ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê bi îrade û lehengiyeke mezin têkoşiyan, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
3. Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe li gund, bax û baxçeyên xelkê me yê li Başûrê Kurdistanê barand.
Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye;
– 24'ê Gulanê saet di 19:50'î de balafirên şer bombe li Girê Zendûra yê herêma Metînayê barandin.
– 24'ê Gulanê saet di navbera 20:50-21:30'î de bi helîkopteran dagirker li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê li herêma Zapê hate danîn.
– 24'ê Gulanê saet di navbera 21:00-22:10'an de li herêma Avaşînê bi helîkopteran dagirker li qadên Mervanos, Mamreşo û Dola Maran hatin danîn.
– 25'ê Gulanê saet di 03:00 de li herêma Metînayê, derdora gundê Mîska yê nehiya Kanî Masî hate bombekirin. Di vê bombardûmanê de xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû, zerar li dêreke xelkê me yê Xiristiyan ê li gund bû.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
25’ê Gulana 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê