Çapemenî û Raya Giştî Re!
Tîmên me yên bi tevger ên li Qada Berxwedanê û rêhevalên me yên li tunelên şer, bi çalakiyên xwe yên bi bandor û berxwedana xwe ya dîrokî destanan dinivîse.
- Ayrıntılar
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di çalakiyên hêzên me de yên tîmên bi tevger û li tunelên şer; 10 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên termal, mobeseyek û 4 çeper hatin îmhakirin. Dagirkeran 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî tunelên şer kirin. Qadên berxwedanê jî 8 caran bi balafiran, 19 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Li Herêma Zapê;
– Di 14'ê Hezîranê saet di 18:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li dijî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li Şehîd Hewrê bikin, bi sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirker neçar man bi gavekê xwe vekişînin.
– Di 15'ê Hezîranê saet di 00:20 û 02:20'î de li Qada Berxwedanê ya Karker bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyên serketî yên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.
2. Li Herêma Metîna;
– Di 14'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
– Di 15'ê Hezîranê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, çepereke dagirkeran bi temamî hate îmhakirin.
3. Li Herêma Avaşîn;
– Di 14'ê Hezîranê saet di 04:35'an de li herêma Mervanosê li dijî dagirkerên li qada Girê Kanî Biyê çalakiya bi koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Destpêkê li çepereke çeka A4 hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeka A4 û çeper bi temamî hatin îmhakirin. Piştre jî li çepereke dagirkeran hate xistin ku 3 dagirker û kamerayeke termal lê bûn. Li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin, sîstema kamera termal û çeperek hatin îmhakirin. Her wiha sîstemeke kamera ya mobesse, sîstemeke kamera ya termal û çepereke din jî hatin îmhakirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– Di 14’ê Hezîranê de saet di 14.30’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan carekê bombe kiriye.
– Di 14’ê Hezîranê de saet di 15.15 û 16.05’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karkerê bi teqemeniyan 2 caran bombe kiriye.
– Di 14’ê Hezîranê de tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 17 caran bombe kiriye.
– Di 15’ê Hezîranê de saet di 07.00’an de dagirkeran dema ku xwestine nêzî tunelên şer ên Şehîd Zemanî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bibin, hêzên me li dagirkeran dan. Dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Piştre bi çekên kîmyewî yên dûmana wê belek û bêhna deterjan (tûrsîl) tunelên şer bomberdûman kiriye.
5. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:
– Di 14’ê Hezîranê de qadên Girê Cûdî, Werxelê, Saca û Çemço û qada Çiravê ya girêdayî herêma Garê bi balefiran 8 caran hatine bomberdûmankirin.
– Di 13 û 14’ê Hezîranê de Girê FM, Girê Cûdî, Girê Hekarî û Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi helîkopteran 19 caran hatiye bomberdûmankirin.
– Di 14 û 15’ê Hezîranê de Girê Amediyê, Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi obusan hatiye bomberdûmankirin.
15 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê
- Ayrıntılar
Çapemenî û Raya Giştî Re!
26'ê Îlona 2021'ê li herêma Besta ya Şirnexê li qada Çeqçeqo, di şerê dijî dagirkerên dewleta Tirk a mêtinger de endamê Fermandariya Botanê hevrêyê me Şervan Êrkendî (Cebraîl Gultekîn) şehîd bû.
- Ayrıntılar
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me yên li tunelên şer li ber xwe didin û tîmên me yên bi tevger bi rengekî koordîneyî bi rêbazên çekên giran, sûîqest û serdegirtinê çalakî lidar xistin.
- Ayrıntılar
(14 Avrêl – 14 Pûşper)
Ji Ragihandinê û Raya Giştî Re!
Êrişa dagirkeriyê ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê, du meh li pey xwe hişt. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî vê êrişê, her qada ku dagirker lê ne kirin qada berxwedanê û pêvajoyeke şer a dîrokî dan destpêkirin.
- Ayrıntılar
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser esasê pêngavên şoreşger bi helwesteke fedaî û ruhê êrîşê bênavber didome.
- Ayrıntılar
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di çalakiyên hêzên me de yên tîmên bi tevger û li tunelên şer, 9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn û droneyek hate îmhakirin.
- Ayrıntılar