HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 11’ê Adarê ji bo bîranîna şehîdên Şîlo li herêma silsileya Başûrê çiyayê Kalika û çerxerêyê Pêngava Tolhildana Medîvan hatibû destpêkirin . Pêngava ku bi firehiya 10 km digire nava xwe Şengal, Şîlo, Çerxerêya Reqa û Rojava ketiye bin kontrola gêrîlayên me. Di encama çalakî û şerên ku pêk hatin de bi awayekî zelal 21 çete hatin kuştin û cenazeyê 11 çeteyan jî di destên hêzên me de ne. Di şer de endamê têkoşîna azadiya me xebatkarê çapemeniyê Agir Banê dema ku xebatê xwe bi rê ve dibir şehîd ket.

Nasnav: Agir Banê
Nav û Paşnav: Amanj Resûlî
Cihê Jidayikbûnê: Aanê
Navê Dayik û Bav: Şahla – Resûl
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/11’ê Adarê

ALAVÊN KU BI DEST KETINE WIHA NE

  3 çekên qernasê û rextekî wê,
4 çekên BKC û 3000 guleyên wê,
1 çeka B-7, 9 guleyên wê û 9 heşûyê wê,
2 Tabance û 2 jerjorên wê,
2 Dûrbînên roj, 9 bombeyên destan, 40 mayînên bi destan hatine çêkirin
1 qemyona bombebarkirî ji aliyê gerîlayên me ve hat îmhakirin. Navê hinek ji çeteyên hatine kuştin wiha ne; Dilşad Abdûllah Salîm, Bûsam Ziyad Tarik û Ebû Nedzen.

12 Adar 2016
Fermandarîya HPG a Şengal’ê