HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 21’ê Adarê de di çarçoveya pêngava rizgarkirina gundên derdora Şengalê de 2 gerîlayên me  yên di berxwedanê de cih digirtin û fermandarekî YBŞ’ê li derdora gundê Medîbanê şehîd ketin . Di encama mayînên zêde yên ku çeteyan bi cih kiribûn de her 3 şervanên me yên qehreman şehîd ketin.

Hevriyên me Erdal û Salih yên ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi biryardariyekî mezin û bawerî beşdar bûn, hem di navenda bajar û hem jî di nava hemû taxan de berxwedaniyeke mezin kirin û bi fedayîtî li dijî çeteyan şer kirin.

Hevriyê me Fermandarê YBŞ’ê Şengal, di vê têkoşînê de cih girt û di dozê de bi biryardariyekî mezin yek ji fermandarên ku mînak bê nişandan e. 
Gerîlayên me yê ku bi biryardarî li hember zilma çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn meşandin em bi bîr tînin, hevriyê me Şengal ê di berxwedanê de bi awayekî aktîf rol lîstiye bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Soza girêdanê ya bi bîranîn û rêya wan a heta ku bigihînin serkeftinê didin.

Nasnameya gerîlayên wiha ne:

erdal hakan_small

 

 

 

Nasnav: Erdal Gabar
Nav û Paşnav: Hakan Atdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Perîşan- Tacettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/21’ê Adarê 2016

 

 

salih ali_small

 

 

 

Nasnav: Salih Kandal
Nav û Paşnav: Alî Bîlen
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik û Bav: Dûrra - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/21’ê Adarê 2016



23 Adar 2016

Fermandariya Şengal û Fermandariya YBŞ’ê