HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di danê vê sibehê, hêzên me ji 4 baskan ve li hemberî hêzên dewleta dagirker a li navenda Şemzînan’ê; li dijî navedan polîsan, dersxaneya tîmên taybet, gelek bendên kontrolê yên polîsan ên li navenda bajêr û çeperên maşînên zirxî çalakiyeke berfireh lidar xistin.

Di çalakiyê de derbên xurt hatin lêxistin û di encamê de gelek polîs û tîmên taybet hatin kuştin, 6 maşînên zirxî û tankek di derbên ewilî de hatin rûxandin.

Gundê Şapatan û derdora wê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Cenazeyên gelek leşker û polîsên di encama çalakî û şer de hatin kuştin, li naverastê man. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyona şoreşgerî wê piştre bên eşkerekirin.

18 Tebax 2016
Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG'ê