ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Tebaxê de hêzên me yên gerîla û yekîneyên YBŞ’ê bi hev re çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 18 çete hatin kuştin. Di hinek çapemeniyên Başûrê Kurdistanê de çalakî ne weke ku hêzên me, mîna hêzên tevlî berxwedanê nebûne pêk hatiye, nîşan dan. Em li Şengalê berxwedan û helwesta berxwedanê ji bo parastina gelê xwe û ji bo ku êrîşên dijmin vala derkevin pêş dixin. Berdewamkirina vê berxwedanê di heman demê de peywira pêşmergeyan e jî. Lê çalakiya ku nehatiye kirine wek hatiye kirin nîşandan ne rast e. Em kesên ku vê dikin dawetî nêzîkatiyeke rast, dirust û exlaqî dikin.
30 Tebax 2014
Fermandariya HPG a Şengal