ji gelê me û raya giştî re!
Li Şengalê ji kêliya ku me berxwedan daye destpêkirin me hewl da em ewlekariya gelê xwe pêk bînin, li hemberî êrîşên dijmin parastineke aktîf pêş bixin. Hêzên me yên gerîla ev sekna xwe bi ruhekî fedayî pêş xistiye û hemû fedekarî kirine. Di kêliya wê de bersiv daye çeteyan û ev gav bi gav pêş xistiye. Îro Çiyayê Şengalê ku ji aliyê gerîlayên me ve tê kontrolkirin ewlekariya gelê me yê li vê qadê jî tê girtin.
Hin agahiyên cuda digihijin destê me ku têde tê gotin ku li Çiyayê Şengalê hêzên çeteyan hene û koordînat jî dane hêzên cur bi cur. Çiyayê Şengalê di kontrola hêzên me yên gerîla de ye. Eger ev agahî rast bin û koordînatên ku wek qadên çeteyan tên nîşandan qadên ku gerîlayên me lê bi cih bûne wê rê li ber provokasyoneke mezin a bi talûke veke. Em wek HPG’e ku berxwedana Şengalê bi hêzên YBŞ’ê re didomînin em li bendê ne ku hêzên din jî heman feraset û seknê nîşan bidin.
Deverên ku li Çiyayê Şengalê koordînatên wan ku wek cihên çeteyan hatine nîşandan ketine destê me. Ev dever çeperên hêzên me yên gerîla ne. Koordînatên Çiyayê Şengalê yên ji hêzên ku êrîşên hewayî pêk tînin re hatine dayîn, di kontrola hêzên me yên gerîla de ne. Em wek HPG’ê ji bo destkeftiyên bi berxwedanê û kedê hatine destxistin zerar nebînin ji bo xwe wek wezîfeyekê dibînin û eger rewşek wiha rast be em ji raya giştî re radigihînin ku wê ew hêz berpirsiyar bin.
5 Îlon 2014
Fermandariya HPG a Şengal