ji gelê me û raya giştî!
Çeteyên DAIŞ’ê di navbera 29-30’ê Çilede li dijî bajarê Kerkukê êrîş dabû destpêkirin. Bi armanca rawestandina van êrîşan û paşvexistina çeteyan di 30’ê Çile de hêzên me yên Gerîla û peşmergeyan li dijî gundên Telwerdê, Miryem Beg û Mekteb Xalid çalakî pêk anî û di çarçvoeya vê pêngava azadkirinê de operasyonek hevpar hatiye meşnadin. Di encama van operasyonan de Mekteb Xalid û gelek derdor ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Di vê pêngavê de hevalê Armanc Kurd cihê xwe girtiye û li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kerkukê de di eniya pêş de cihê xwe girtiye. Hevalê Armanc ku berxwedan bilind kir û di serkeftinê de bi israr bû, di vê berxwedanê de rolek aktîf lîstiye. Hevalê Armanc ku di 2010’an de ji rojhilatê Kurdistanê tevli refên azadiyê bû bi taybetiya xwe ciwan û dînamîk bi fermandarbûyînê de rola xwe lîstiye. Hewldanên hevalê Armanc her tim bûye mînak.
Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd weha ye:
Navê Kod: Armanc Kurd |
Armanc – Talîp Mahmudî
Bi sekna xwe ya cesaret û taybetmendiyên xwe yên fedekar di têkoşînê de ji bo hemû hevalan bûye mînak. Di 30’ê Çile de di berxwedana Mektep Xalîd de di eniya pêş de cihê xwe girt û di pêngava azadkirina herêmê de bi giranî birîndar bû. Di 6’ê Sibatê de ligel hemû mudaxaleyan hevalê Armanc nehatiye xilas kirin û gihiştiye şehadetê. Sekna wî wê her tim bo hevalên wî bibe mînak û bibe meşa mîlîtan a Apocî.
6 Sibat 2015
Fermandariya Kerkuk ya HPG