ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. Di 4'ê Sibatê piştî nîvro saet di 13:30 de Gerîlayên me li Sîttî Zeynep li dijî çeteyan çalakiyên sûîqestê lidar xistine. Di encama van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.
2. Di 4'ê Sibatê saet di navbera 14:00 - 15:00 de Gerîlayên me li derdora taxa Sûka Jêr çalakiyên sûîqestê li hemberî çeteyan pêk anîne. Di van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek birîndar bûye.
3. Di 4'ê Sibatê saet di 22:30 de li derdora Taxa Minare, çeteyên bi wesayîteke leşkerî ber bi herêma Gerîlayên me ve dihatin, li bersiveke di cih de ya Gerîlayên me hatine rast hatin. Ji çeteyên neçar man wesayîtê li şûna xwe bihêlin 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Wesayîta leşkerî li qada şer maye.
5 Sibat 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ