HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di sibeha 14’ê Mijdarê de di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê ya di pêşengiya hêzên me yên YBŞ’ê de li gundên derdora Geliyê Şilo operasyonekê destpê kir. Di 14’ê Mijdarê de saet 21.00-22.00’an li gundê Meydana yê li Geliyê Şilo di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnê rû da. Di vê pevçûnê de hevalê me Manî Havazo gihişt şehadetê.

Agahiyên sicîlê yê gerîlayê me yê gihiştiye şehadetê ev in;

mani emin_small

 

 

 

Nasnav: Manî Havazo
Nav-Paşnav: Emîn Xanî
Cihê Jidayikbûnê: Rojhilat
Navê Dayik- Bav: Şehla - Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 14’ê Mijdarê 2015 / Şengal

 

 

 Hevalê Manî ji bo azadkirina Şengalê di gava yekemîn a berxwedanê de cih girtiye. Bi sekna dilnizm, tevlîbûna fedakarî û têkoşîna bi biryar, Hevalê Manî mîlîtanekî mînak bû, bû yek jî şehîdên pêngava azadkirinê ya dîrokî. Hevalê Manî di Operasyona Azadkirina Şengalê di asta pêşengtî de cihê xwe girt, piştî Şengal hat azadkirin jî, di asta pêşeng de tevlî operasyona azadkirina gundên Şengalê jî bû, bi ruhê berxwedanê yê Apoyî tevkarî ji têkoşînê re kir.

Fermandariya HPG Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê