HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di 9’ê Îlonê de li qada Gabara ya girêdayî Şingalê di pevçûneke  saet 04.00’an de hevalen me Kawa Sîne û Lewend Qamişlo bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

Hevalê Kawa, gel ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di destpêka fermana Şingalê de rizgar kir. Ji bo avakirina cihê bi ewle, ji roja destpêkê ve cihê xwe her tim li çeperên pêş girt. Tevlî gelek çalakiyan bû û derbeyên giran li çetayan da. Hevalê Kawa milîtanekî bi sekna xwe ya têkoşîna azadiyê, ji tevlîbûna xwe ve wêrêk, çalak, fedakar û her tim performansek aktîf a sekna fermandarekî raber kir. Di pêngava rizgarkirina Şingalê de jî her tim bi awayekî aktîf tevlî çalakiyan bû. Tevlîbûn û wêrektiya wî ji gelek hevalan re bû mînak. Ji roja tevlî têkoşîna rizgarbûna Şingalê bû ti astengî nas nekir û bi îdîa heta roja dawî ev biryarbûna xwe parast. Ev îdîa û biryarbûna Hevalê Kawa wê di têkoşîna rizgarkirina Şingalê de jî ji me re bibe hêzêk mezin.

Hevalê Lewend Qamişlo tevlî pêngava azadikirina Şingalê bibû. Ji roja ku hatibû tecrûbeya di têkoşîna azadiya Şingalê de derketibû holê ji xwe re kir hêz, bi fêrbûnê bi awayekî aktîf beşdar bû; bi coşa xwe ji hemû hevalan re bibû hêz û moral.

Hevrê Kawa Sîne û Lewend Qamişlo yên şehîd ketin, di têkoşîna azadkirina Şingalê de wê ji me re bibin ronî û hêz.

Nasnameya gerîlayên me yen şehîd bûne wiha ye:

kawa kawyan_small

 

 

 

Nasnav: Kawa Sîne
Nav-Paş: Kewyan Selwatî
Cihê jidayikbûnê: Sîne
Navê dayik-bav: Esmet – Sebav
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Îlona 2015 / Şengal

 

 

 

levent xelil_small

 

 

 

Nasnav: Lewend Qamişlo
Nav-Paşnav: Xelîl Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dayik-bav: Fatma - Aram
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Îlona 2015 / Şengal




12 Îlon 2015
Fermandariya HPG Ya Şingal'ê