Ji çapemenî û raya giştî re!
Em polîtîkayên cerdewaniyê yên ev demeke dirêjê tê meşandin, bi taybet jî di du salên dawî de giranî danê ji nêz ve dişopînin. Kurdên di encama hîn pêkanînên şaş an jî li ser ferzkirinên dijmin cerdewanî pejirandine, piştî bi vê ruyê rastîn û pergala xwîna birayên we dirjîne û kirêt dîtine, çekên xwe danîne û bi vî rengî pergala cerdewaniyê di asta jor de ruxandine.
Tevî van dijmin di cerdewaniyê de israr dike, dixwaze vê pergalê zîndî bihêle û kurdan bera hev de, li ser Kurdan pevçûn, rondik û xwînê ferz dike. Bi amûrên herî pêşketî yên teknolojîk ê serdemê, cardin piştgiriya herêmî û navnetewî artêşa dagirker a tirk xwestiye bi vî şerê kirên serkeftinê bidestbixe. Ji ber di vê armanca xwe de bi serneketiye, cardin serî li hewldanên pêşxistina cerdewaniya dide.
Him tevgera me him jî fermandariya me ay biryargeha navendî ya HPG'ê jî di dem û wesîleyên cûda di derbarê cerdewaniyê de daxuyanî û nîrxandin kirine. Di vê mijarê de hişyariyên pêwîst hatiye kirin. Hemû daxuyaniyên tevgera me kiriye ji bo eyaletên Erzirom û Serhedê jî derbas dibe.
Hin bajar û navçeyên di bin berpirsyariya me de ye, hewldanên dijmin ê pêşxistina cerdewaniyê her diçe zêde dibe. Navçeya Olîlî (Şenkaya) ya Erziromê, Kanîreşa Çewlikê, Kaxizmana Qersê, hin gundên navenda Agiriyê ferzkirin û rêxistinkirina cerdewantiyê derketiye asta herî jor.
Zext û ferzkirinên dijwar ên li Kanîreşa Çewlikê û gundên wê ji bo cerdewaniyê zêde dibe, bi taybet jî li dijî gelê me yê welatparêz gefên "Ger hûn cerdewaniyê nepejirînin em ê gundê we bidin valakirin" tê xwarin. Cardin li navenda Agiriyê hin kesan çek girtine jî ji bo zêdekirina çekan jî hewldan hene.
Aliyên xemgîniyê ew e ku dijmin û hêzên xwe yên leşkerî cardin bi destê wezîfedarên wê ev ferzkirinên cerdewaniyê bi destê hin keyayê gundan tê kirin. Vê ji aliyên hevkarên bi dijmin re dixebin jî dixwazin vê pêş bixin.
Weke Fermandariyên Eyaletên Erzirom û Serhedê di vê çarçoveyê de ji bo van derdoran;
1. Êdî em ê hewldanên pêşxistina cerdewaniyê û rakirina çekan ên di bajar, navçe û gundên di bin berpirsyariya me de nepejirînin. Li dijî kesên cerdewaniyê rêxistin dike, dibe amûr û pêş dixîne wê helwesta me hişk be.
2. însanê me yê naçar mane cerdewaniyê bipejirînin jî banga me li wan dest ji çekên xwe berdin û serî li gefxwarin û şantajên dijmin û hevkarên wê netewînin.
3. Nêzîkatiya Tevgera me û Biryargeha me ya Navendî ji bo cerdewanan hatiye diyarkirin ji bo me jî bingehîne. Lê wê li dijî cerdewanên tevî operasyonan, kemîn û keşfan dibin, li dijî gel zext û şîddetê dikin ev nêzîkatiya me ya niyeta baş neyê nîşandan.
11 Gulan 2012
Fermandariyên Eyaletên Serhed û Erziromê