HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di serî de li Dersimê li bajarên cûda yên Kurdistanê kesê bi navê Fûat Çelîk, bi navbeynkariya Şîrketên Fûat Çelîk Înşaat, Çelîntaş û Areksan Elektronîk xizmetê ji dewlet û artêşa dagirker a tirk re dike. Bi navbeykariya van şîrketên sîvîl û bazirganî xuya dikin, xebatên leşkerî û kontrayî tên meşandin. Di çerçoveya van xebatan de rê tên çêkirin, herweha bi wesayitên sivîl jî leşker û cebilxane tên veguheztin, xebatên îstîxbaratî tê birêvebirin.

Tevî hemû hişyariyên me ev kesê dest ji van karan neberdaye ji niha û şûn ve hemû şîrketên vî şexsî di hemû xebatên leşkerî û sivîl ên xizmeta artêş û dewleta dagirker a tirk bike wê armanca me be. Kes û derdorên bi vî şexsî re di têkiliyê de ne, xebatê bi wî re dikin divê ji vê biqerin. Em bang li hemû gelê xwe dikin da ku di vê mijarê de bihîstyar tevbigerin.

8 Tîrmeh 2012

Fermandariya Qada Dersimê