HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

1. Di 23'ê Sibatê saet di 10:00 de çeteyên DAIŞ'ê xwestine li herêma Bare û Şîlo êrîşeke berfireh lidar bixin. Çeteyên ku ji sê baskan ve dest bi êrîşê kirin, baskê 1. berê xwe daye Geliyê Şîlo, baskê 2. ber bi Sîkiniyê ve çûye û baskê 3. çeteyan jî êrîşî qada Dola Xatûnê kiriye. Hêzên me yên ku bi vê êrîşa ji sê baskan ve hesiyan, di cih de bi çalakiyan bersiv dan û hewldanên êrîşê yên çeteyan şikandin. Bi taybetî li quntarên çiyê û xeta Dola Xatûnê pevçûnên dijwar qewimîn û çeteyên derbên giran xwarin, neçar man xwe vekişînin. Li dû pevçûnên ku heta danê êvarê dewam kirin, çeteyên DAIŞ'ê cenazeyên xwe jî bi xwe re birin û neçar man xwe ji hemû herêmên xwestin êrîş bikin, vekişînin.

Di 24'ê Sibatê (îro) de jî ji bo bîranîna Şehîd Şêx Xeyrî Mirat, hêzên me yên berxwedanê yên ser bi HPG/YJA Star, YBŞ û hêzên ser bi Şêx Xeyrî, pêngaveke operasyonî dane destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de gundê Sîkiniyê û girekî parastina gund dike, 2 girên li geliyê Şîlo û nîzamiyeyek ên di destê çeteyan debûn, ketin bin kontrola hêzên me. Çete neçar man ji herêmê birevin.

Di vê pevçûnê de 9 çete hatin kuştin, 13 çete birîndar bûn. Di van pevçûnan de hêzên me yên berxwedanê ti windahî nedane.

2. Di 23'ê Sibatê saet di 14:00 de li Sûka Jêr û saet di navbera 17:00-23:00 de jî li Taxa Minare Gerîlayên me li dijî çeteyên di nava tevgerê de bun çalakî lidar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

24 Sibat 2015

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê