ji gelê me û raya giştî re!
1. Di 24'ê Sibatê saet di 20:30 de li taxên Sûka û Kadîfî ji hêzên me yên Berxwedanê li hemberî çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.
2. Di 24'ê Sibatê, hêzên berxwedanê yên HPG/YJA Star, YBŞ û Şêx Xeyrî, bi pêngaveke operasyonî re gundê Sîkiniye û girê parastina gund dike, 2 gir û nîzamiya li Geliyê Şîlo xistin bin kontrola xwe. Danê nîvro yê heman rojê çete li hemberî herêmên hatin kontrolkirin ketin nava tevgerê û heta êvarê pevçûn qewimîne. Di van pevçunan de 3 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Gerîlaya me ya YJA Starê hevala me Vînar Semsûr a di van pevçûnan de cihekî aktîf di berxwedanê de girt û di pêngava azadkirina Şengalê de kedeke mezin da, bi nîşandana mînaka lehengiyê gihaşt şehadetê.
Rêhevala Vînar ku ji kêliya tevlî refên têkoşîna azadiyê bûye û pê ve hem di kesayetiya xwe de hem jî li qadên lê bû hewl da pêşketineke mezin biafirîne û bi sekna xwe ya mînakdar berpirsyariyên mezin daye me rêhevalên wê. Dilsoziya me ya bi bîranîna wê re, wê her tim pêkanîna serketinê be.
Nasnameya Rêhevala me ya Şehîd weha ye:
Navê Kod: Vînar Semsur |
Vînar – Kader Korkmaz
Di vî şerî de dûrbînek û rextekî çeteyan jî hatine desteserkirin.
3. Di 24'ê Sibatê saet di 15:00 de, li hemberî tevgera çeteyan a li xeta Geliyê Şîlo û Barê Gerîlayên me yên YJA-Star çalakiyek bi şêweyê sizmê pêk anîne, Di encamê de çeteyekî DAIŞ'ê ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin.
25 Sibat 2015
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê