Ji çapemenî û raya giştî re!
Em wek hêzên gerîlayan ku me peywira parastina gelê xwe yê Êzidî û Şengalê girtiye ser xwe, ji bo vê peywira dîrokî bînin cih, têkoşîna xwe her diçe bilind dikin û dimeşînin . Hevalê me Kurtay (Mesut Pusat) ji bo vê peywira xwe ya dîrokî bîne cih bi biryar û kedek mezin têkoşiyaye û 17’ê Tîrmehê di encama êrîşa sûîqestê ya çeteyan pêk aniye de birîndar bûye. Hevalê me Kurtay tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û 18’ê Tîrmehê şehîd ketiye.
Navê Kod: Kurtay Cudi
Nav Paşnav: Mesut Pusat
Cihê Dayîkbûnê:Şırnak
Navê Dayîk û Bav:Keriman - Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Tîrmeh 2015 / Şengal
Kurtay - Mesut Pusat
Heval Kurtay ku tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû, bi welatparêziya Botanê, xwe gîhandibû û beşdarî têkoşînê bibû. Hestên welatparêziyê bi hişmendiya azadiya gelê me kir yek û piştî beşdar bû şûnde, ji bo peywirên zehmet de cih bigire û têkoşînê bilind bike di berxwedana Şengalê de cih girt. Ji bo wî li dijî her cureyê êrîşê ya li hemberî gelê Kurd bilindkirina têkoşînê bûye esas. Em hemû şehîdên xwe di şexsê heval Kurtay ku bi sekna xwe ya israr û jîr bû mînak, bibîr tînin û soza xwe ya xwedîderketina li bîranîna wan didin.
22 TÎrmeh 2015
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê