Ji çapemenî û raya giştî re;
Di demên dawîn de di pevçûnên li Sêrt, Berwarî û Şirnexê de hinek cahş mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Dewleta TC’ê jî di propagandayên xwe de, dibêjin ku gerîla bi zanebûn cahşan hedef digirin. Ev propagandayeke ne rast û bê esl e.
Berê ji hêla tevgera me û fermandariya me ya sehayê ve der barê polîtîkaya me ya cahşan ve, me bi raya giştî re bang û nêrîna xwe parve kiribû. Me berê bang li cahşan kiribû ku tevlî operasyonan nebin, çekên xwe deynin û di operasyonan de pêşengî nekin. Di bûyerên dawîn de xuya dike ku, Artêşa TC’ê cahşan wekî mertal bikar tîne û di şer de wan di pêş de bikar tîne. Li hember vê yekê cerdewanên ku xwestine tevlî operasyonan nebin jî, ji hêla dijmin ve hatine çewsandin û bi girtinan çavtirsandî hatine kirin. Ev polîtîkayên şerên taybet in.
Em vê diyar dikin ku, em tu carî cahşan hedef nagirin. Bi taybet ji bona cahşan êrîş û xebateke me nîn e. Di salên dawîn de jî ev di pratîkê de jî pêk hatiye. Dijmin jî li hember vê aciz e û ji nû ve cahşan di pêş de dide kuştin û ew li hember gelê xwe dike dijmin. Di çalakiyên me yên li hember leşkerên dijmin de, her çiqas ne bi dilê me be jî hinek cahş jî mirine û hinek ji wan birîndar bûne. Herî dawîn di şerê li Berwariyê de jî, digel ku me bi deng bang li cahşan kir jî, da ku xwe bi paş de vekşînin, lê banga me li ber çav nehate girtin û mirin û birîndariya cahşan ku ne bi dilê me ye pêk hat.
Em dixwazin vê rewşa girîng û hesas bi gelê xwe re par ve bikin. Dîsa cahşê ku li herêma Navyana Şêxa ku girêdayî Gûneyçama Şirnexê ye miriye, ji hêla leşkerên Artêşa TC’ê ve hatiye kuştin. Lê dijmin bi zanebûn hewl dide bavêje ser me. Di vê bingehê de daxuyaniya waliyê Sêrtê bê bingeh in.
Em careke din bang li cahşan dikin ku neyên lîstikên dijmin û tevlî operasyonan nebin. Berevajî vê yekê, ji bûyerên ku biqewimin em ê berpirs nîn bin. Bila cahş baş bizanibin, di vê pêvajoya dîrokî û girîng de, hem zirar didine gelê xwe û hem jî zirar didine mirovantiya pêşverû. Em bawer dikin û hêvîdar in ku wê ji niha û şûn ve cahş neyên lîstikên dijmin.
Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG
1 Pûşper 2010