HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!
Du hefte berê me ji gelê xwe û raya giştî re daxuyandibû, li hember plana avakirina bendavan ku bi armanca Kurdistanê di warê leşkerî de dagir bikin, divê gelê me hişyar be.

 

Vê carê jî ji bilî avakirina bendavan, dijmin hewl dide ocaxên termÎk û komirê ava bike û bi vê yekê dixwaze seranseriya Kurdistanê dagir bike û di vê israr dike

Me berê diyar kir ku, çêkirina van bendavan bi armanca rûxandina xweza û dîroka Kurdistanê ye. Artêşa TC’ê ji bilî êrîşên tunekirinê, bi rûxandina erdnîgariya Kurdistanê û dîroka wê re, êrîşên xwe her diçe berfireh dike. Armanca van bendavan ev e ku, li ser sînor herêmeke bêmirov ava bike, sînoran bi tevahî bi bendavan rapêçe û li ser navê parastina bendavan, vê xetê tijî leşker kirine û Kurdistanê dorpêç kirine.

Niha jî baştir xuya dike ku, dewleta TC’ê hewl dide gelê me yê welatparêz jî tevlî vê plana xwe ya qirêj bike. Berê jî xwestibûn li qada Cudî santrala termîk û şantiye ava bikin û qada gerîla teng bikin û di serî de dest avêtiye qadên wekî  Bilika, Cilbiyan, Serga, Nerdûş, Rûsor, Bespîn, Avkamasiya û Xinisê. Li gorî wan bi sewqiyata bi hezaran leşkerî re, qaşo wê bikaribin sînoran kontrol bikin. Dijmin ku bi hêza xwe leşkerî nikare bi gerîlayên Kurdistanê, niha jî dixwaze bi riya malbatên welatparêz û malbatên şehîdan, vê plana xwe ya qirêj bixîne dewrê. Divê gelê me ev cure lîstikên kufnikî cidî negrin û nexapin. 

Di serî de em bang li malbatên welatparêz dikin ku di avakirina bendav, santrala termîk û şantiyeyan de nexebitin û neçin û neyên van deran. Em careke din xebatkar, karker û kedkarên ku di van şîrketan de dixebin hişyar dikin. Ji bûyereke neyînî em ê berpirs nîn bin. Em aşkere diyar dikin, wê gerîla li hember van planan bê bertek nemînin.

Me berê jî diyar kiribû, em ê tu carî nehêlin ku erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê bê rûxandin. Em careke din pêwîstiya vê dibînin. Di riyên ji bona çêbûna bendavan de, em ê ji niha û şûn ve tu berpirsyariyê negirin ser xwe.

Silav û rêzên şoreşgerî

7 Gulan 2010

Fermandariya Seheya Botanê ya HPG’ê