HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Li Başûrê Kurdistanê, çeteyên DAIŞ'ê xwestine li hemberî bajarê Kerkûkê careke din dest bi êrîşeke mezin bikin. Li dijî êrîşên di 29'ê Çileyê de li derdora gundên Tilwerdê, Miryem Beg û Mekteb Xalid dijwar bûn, hêzên pêşmerge berxwedanek nîşan dan. Ji bo ev berxwedan bi xurtî were meşandin, di 30'ê Çileyê de hêzên me yên gerîla pêngavên operasyonî yên hevpar pêk anîn, pêşî li pêşdeçûna çeteyan girtin, derbên giran li çeteyan dan û çete neçar man xwe vekişînin.

Di vê berxwedana mezin a hêzên me yên HPG û YJA Starê û hêzên pêşmergeyan de, ji Fermandarên Pêşmergeyan ê YNK'ê Şêrko Şîwanî (Fermandarê Lîwa) û Huseyîn Mensûr (Fermandarê Lîwa), bi berpirsyariyeke mezin rabûn û di encama berxwedaneke mezin de şehîd ketine. Şêrko Şîwanî ku şehîdekî Kurdistanê ye, ji sala 1990'î û vir ve, ji bo pêşketina Kerkûkê weke bajarekî Kurdistanê ked û hewldaneke mezin nîşan daye. Şêrko Şîwanî ku sekin û hişmendiya xwe ya neteweyî di her şert û mercî de nîşan da, bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî re, bû fermandarekî mezin. Lîwa Şêrko ku di pêşketina berxwedanê ya li dora têkoşîna gerîla de bi israr bû, bi vê têkoşîna xwe ya mezin re, wê weke lehengekî gelê Kurd bê bîranîn.

Huseyîn Mensûr ê li Xaneqînê wezîfe dikir, li dijî êrîşên li hemberî Kerkûkê bi hişmendiyeke mezin a berpirsyariyê rabû û ji bo şikandina vê êrîşê di pêngava berxwedanê de cih girtiye. Huseyîn Mensûr ê ku di berxwedana Celewla de bi sekna xwe ya wêrek re bû mînak, mîna Lîwa Şêrko wê gelê Başûrê Kurdistanê weke şehîd û lehengekî xwe yê bijarte xwedî lê derkeve.

Di serî de ji malbatên Şîwanî û Mensûr re ji tevahiya pêşmergeyên di berxwedana hevpar de cih girtin sersaxî dixwazin. Li ser bingeha soza me da tevahiya şehîdên Kurdistanê, emê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi ser bixînin.

1 Sibat 2015

Fermandariya HPG Ya Kerkuk