ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. 30’ê Çile saet di 14.45’an li derdora Taxa Minare hêzên me yên Gerîla li dijî koma çeteyan di nava tevgerê de bû, çalakiya sabotajê pêk anîne. Hat gotin ku di encama vê çalakiyê de çeteyek miriye û 2 jî birîndar bûne.
2. 30’ê Çile saet 18.30, hêzên me yên Gerîla li dijî koma çeteyan a li derdora Taxa Sûka Jêr dinava tevgerê de bun, çalakiyek pêk anîne, di encamê de 1 çete hatiye kuştin û 6 jî birîndar bûne.
3. 30’ê Çile saet di 21.30’ê hêzên me yên Gerîla li dijî çeteyên dora Taxa Sîttî Zeynep çalakiya sûîqastê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
4. 30’ê Çile saet di navbera 20.00 û 22.00’an de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li dijî gelek noqteyên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran pêk anîne.
31 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ