Dewleta TC’ê digel ewqas gavên aştiyane yên tevgera me ya azadiyê, li qada me lîstikên xwe yên qirêj didomîne.
ewleta TC’ê van lîstikên xwe ji berê de dike û vê yekê fena xencereke di dil de çikandî, bi destê xayînan dike. Pêşengiya van kesên ketî de şaredarê Xervatê yê AKP’ê ku girêdayî Geverê ye û serekcahş Rûştû Zeydan û li Geverê serekcahş û serokê komeleya cahşan Qedrî Zeydan in.
Dewleta TC’ê bi vê yekê hewl dide ku, sîstema cahşîtiyê ku îflas bûye ji nû ve bixe piyasayê. Navê vê jî wekî cahşîtiya bi dil daniye. Vê yekê jî cahşîtiya ku fena qansêrê di hemêza gelê me bi cî bûye, bi kesên ku me navê wan li jor da dike. Van hêmanan li herêmê wekî endamên fermî yên JÎTEM’ê kar dikin û zextan li gelê me dikin. Dest didine ser zevî û erdên gelê me û vê yekê bi zorê dikin.
Em wekî Fermandariya Sehayê ya Zagrosê careke din Rûştû Zeydan û Qedrî Zeydan hişyar dikin ku dev ji van helwestên xwe yên dişminane berdin. Em ê li pey van hişyariyên xwe bin û em ê bişopînin. Ku ev rewş wisa bidome, li hember vê yekê wê bersiva me her biçe hişktir be.
Her wiha hinek kesên ku em naxwazin li vir navên wan bidine jî, ji dijmin re pêşengî dikin û zirar û ziyaneke mezin didine Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Van derdoran li pêşiya dijmin xebatên îxanetî dikin û pêwîst e ku van derdoran demek zûtir dev ji van xebatên xwe berdin. Ger ku ev sekna bêyom neyê terikandin, wê li hember van derdoran nêzîkatiya me cudatir bibe.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku di van mijaran de pejinkar û hesas nêzîk bibin û bê bertek nemînin.
Fermandariya Seha ya Zagros a HPG’ê
30 Tebax 2009