Ji gelê me û rayagiştî re!
Li gundê Arûşê li qada Kaşûra ku girêdayî Qilabana Şirnexê ye hêmanên bi navê Saîd Berk, Yasîn Berk û Kemal Berk bi yekîneyeke leşkerî yê artêşa TC’ê re kincên gerîlayên li xwe dikin û li gundên derdorê û li qada Kaşûrayê li gel çewsandinan dikin û kemînan davêjin.
Em wekî Fermandariya Seha Botanê ya HPG’ê didine diyarkirinê ku divê demildest ev hêmanên ku me navên wan daye dev ji van xebatên xwe berdin. Nexwe wê ji rewşên nebaş ên ku biqewimin ew ê bi xwe berpirsin. Em bang li gelê me yê herêmê dikin da ku li hember van provakasyonan hişyarbin.
1 Tebax 2009
Fermandariya Seha Botan ya HPG’ê