ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de ji aliyê Gerîlayên meve rêze çalakî hatine lidarxistin, li gor wê:
1. Di 1'ê Sibatê saet di 13:00, 17:00 û 18:20'an de hêzên me yên Gerîla li derdora taxa Sûka Jêr çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 çete hatine kuştin.
2. Di 1'ê Sibatê saet di 15:00 de, hêzên me yên berxwedanê, li hemberî nuqteyên çeteyan ên li navenda bajêr bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de, li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 2 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn.
3. Di 1'ê Sibatê saet di 23:00 de li hemberî komeke çeteyan a li derdora taxa Sûka Jêr di nava tevgerê de bû, hêzên me bi çekên ferdî çalakî pêk anîn. Di encama vê lêdanê de, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
4. Di 1'ê Sibatê saet di 23:30 de gerîlayên me li derdora taxa Berbirojê çalakiyek sûîqestê lidar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
2 Sibat 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ