ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de ji aliyê hêzên berxwedanê ve hin rêze çalakî lidar xistine. li gor wê:
1. Di êvara 2'ê Sibatê saet di 18:30 de, hêzên me yên Gerîla li derdora taxa Sûka Jêr bi komek ji çeteyan hesiyan û bi çekên ferdî ji cihekî nêz li wan dan. Di encama vê lêdanê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
2. Di 2'ê Sibatê saet di 16:00 de li qada Heya Minarê, bombeyek ji aliyê çeteyan ve dihat amadekirin bi çeteyan ve teqiya. Di teqînê de çeteyek mir.
3. Di 2'ê Sibatê de çeteyên DAIŞ'ê bi hawanan êrîşî Çiyayê Şengalê û derdora wê kirin.
3 Sibat 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ