HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

1. Di 23’ê Çileyê saet di navbera 12.00 û 13.00’an de li nêzî Taxa Zeynep hêzên me yên Gerîla li dijî çeteyan sê çalakiyên sûîqestê pêk anîne. Di encama van êrîşan de çeteyek hat kuştin û du çete jî birîndar bûn.

2. Di 23’ê Çile de saet di navbera 18.00 û 20.00’an de yekîneyên gerîlayên me û berxwedêrên MLKP’î li taxên Sîttî Zeynep û Sûka Jêr rêze çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di encama van çalakiyan de du çete hatin kuştin û du çete jî birîndar bûn.

3. Di 23’ê Çile de Fermandarê YBŞ û Berdevkê YBŞ Berxwedan Tolhildan – Ednan Suleyman di berxwedana berdewam dike li hember çeteyên Daîş Şehîd ketiye. Ji bo bîranîna Şehîd Berxwedan Fermandariya Biryargeha Navendî Daxwiyaniyek weşand.

4. Di 23’ê Çile saetên êvarî êrîşên hewana zêde bûne û hêzên me yên berxwedanê bi çekên giran bersiv dane û du nuqteyên çeteyan hedef girtine.

24 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ