HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

1. Di 24'ê Çileyê saet di 16:00 de, li derdora taxa Sûka Jêr hêzên me yên Gerîla bi komeke çeteyan a di nava tevgerê de bû hesiya û ji navbereke kurt bi çekên ferdî li komê dan. Di encamê de çeteyek hat kuştin 2 çete jî birîndar bûn.

2. Di şeva 24'ê Çileyê saet di navbera 22:00 û 23:45'an de, hêzên me yên berxwedanê li taxên Sîttî Zeynep û Berbirojê hin rêze çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di van çalakiyan de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

3. Di 24'ê Çileyê îro saet di navbera 07:00 û 08:00 de, li navenda Şengalê bi çekên giran derbên xurt li nuqteyên çete lê bûn hatiye xisti, Di encamê de, li gorî agahiyên bi zelalî hatine bidestxistin 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê zêdetir e.

25 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ