HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

1. 29’ê Çile saet 16:00’an li Taxa Suka Jer û derdora wê ji aliyê Gerîlayên meve li hember çeteyan çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

2. 30’ê Çile saet 06:00’an Hêzên me yên Gerîla li ser rêya esasî ya Şengalê li hember TIR’ekê çalakiyeke sabotajê pêk. Di çalakiyê de TIR hat derbkirin û çeteyek birîndar bû.

3. 30’ê Çile çeteyên DAIŞ’ê li hember taxên ku hêzên me yên Gerîla lê ne bi çekên giran êrîşan pêk tînin. Li hember vê êrîşê hêzên me bi çekên giran di kêliyê de bersiv dane. Di encama wê de nuqteyeke kontrolê ya çeteyan hatiye derbkirin, hat zelalkirin ku çeteyên birîndar hene, der heqê windahiyên çeteyan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

- Di êrîşên ku îro sibehê saet 11.30’î de dijwar bûn 2 gerîlayên me şehîd ketin, gerîlayek me birîndar bû.

Nasnameya Rêhevalên me yên Şehîd wiha ne:

 

Navê Kod: Avareş Agirî
Nav Paşnav: Kamuran Delayîmîlan
Cihê Dayîkbûnê: Maku
Navê Dayîk û Bav: Şemam - İsmail
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Çile 2015 / Şengal    

Avareş - Kamuran Delayîmîlan

 

Navê Kod: Munzur Kiçî
Nav Paşnav: Hîdayet Faraşîn
Cihê Dayîkbûnê: Şirnax
Navê Dayîk û Bav: Elîf - Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Çile 2015 / Şengal  

Munzur – Hîdayet Faraşîn

30 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ