HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

29’ê Çile êvarî piştî saet 22.00’an çeteyên DAIŞ’ê li hember gundên Telwerdê, Miryem Beg, Mekteb Xalid ên girêdayî Kerkukê bi armanca komkujî û dagirkirinê êrîş kirine. 30’ê Çile saet nêzî 02.00’an li derdora gundên Telwerdê û Mekteb Xalid li hember çeteyên kontrol kirin destê xwe gerîlayên me yên HPG/YJA Star û pêşmergeyan vê sibehê operasyona azadkirinê ya hevpar pêk anîne. Operasyon heta danê nîvro bi şer û pevçûnên dijwar dewam kirine û gelek deverên di destê çeteyan de ji nû ve hatine azadkirin, ketine destê hêzên me yên berxwedanê. Li derdora Telwerdê jî şer û pevçûn didomin.

Di şer û pevçûnên dijwar ên ji vê sibehê ve li derdora Mektep Xalid, gelek komên çeteyan bi awayekî bi bandor hatine derbkirin, Gelek çete mirine. Li derdora vî gundî çete şkestine û neçar mane birevin. Di van şer û pevçûnên dijwar de 33 cenazeyên çeteyan ketine destê gerîlayên me. Dîsa çeteyan 5 cenaze birine, 4 cenaze jî ji li deverên cuda mane. Di van şer û pevçûnan de bi awayekî zelal 42 çete hatine kuştin û agahiya ku ev hejmar hê zêdetir e jî hatiye bidestxistin. Dîsa gelek çete jî birîndar bûne.”

Li Mekteb Xalid 2 çekên BKC, çekek B7 û wesayîteke 1 Hamer hatine desteserkirin.

Di van şer û pevçûnan de 3 gerîlayên me birîndar bûne û operasyona hevpar a hêzên me û hêzên pêşmerge didome.

30 Çile 2015

Fermandariya HPG ya Kerkuk