ji gelê me û raya giştî!
Pêngava Azadkirina Şengalê dewam dike û gotin, di vê çarçoveyê de:
1. Di 5'ê Çileyê saet di 15:00 de, çeteyên DAIŞ'ê xwestin li derdora taxên Sûka Kevin û Sûka Jêr ji du baskan ve êrîş bikin. Di encama çalakiyên di cih de yên hêzên me yên berxwedanê de, ev êrîş veguherîn pevçûnê. Pevçûna li vê derê derket, hînê jî cih bi cih dewam dike. Di pevçûnan de heta niha 6 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Yek ji çeteyên hatine kuştin sereçeteyê bi navê Ebû Felah e. Di pevçûnên dijwar de 9 çete jî birîndar bûne.
- Di vî şerîde gerîlayekê me birîndar bûye.
2. Di 5'ê Çileyê saet di navbera 15:00 û 16:00 de, li taxa Berbirojê, hêzên me yên gerîla li hemberî çeteyên DAIŞ'ê 2 çalakiyên sûîkastê lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
6 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ