ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê didome. Li ser vê çendê:
1. 2’yê Çileyê di navbera saet, 15.00 û 16.00’an de hêzên me yên gerîla li navenda Şengalê li hember çeteyan 3 çalakiyên sûîkaste li dar xistin. Di van çalakiyan de 3 çete hatin kuştin. Yek ji wan emîrê çeteyan (Ebû Mehmûd) e.
2. 2’yê Çileyê bi şev saet 22.30’î hêzên me yên gerîla li derdora Taxa Sûka Jêr komek çeteyên di nav tevgerê de ji nêz vê çalakî li dar xistin. Li vir 2 çete hatin kuştin. Dîsa bi şev saet nêzî 01.00’ê çeteyên xwestine bi dizî êrîş bikin ji aliye hêzên me ve hatine ferqkirin û bi çekên giran û ferdî hatine derbkirin. Li vir der barê mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
3. 2’yê Çileyê di saetên şevê de bi çekên giran şer û pevçûn dewam kirine. Heman şevê saet 23.30’î balafirên hêzen Koalîsyonê 4 nuqteyên çeteyan ên li navenda Şengalê bicih bûne bombardûman kirine.
4. 3’yê Çileyê îro saet, 10.30'î çeteyên DAIŞ’ê xwestine li hember Taxa Berbiroj a Hêzên me yên Berxwedanê lê bicih bûne êrîşeke berfireh li dar bixin. Di êrîşên ku hatin ferqkirin û veguherîn pevçûnên dijwar derbeyên mezin li çeteyan hatine xistin. Di van şer û pevçûnan de bi awayekî zelal 17 çete hatine kuştin. Ev term heta niha li herêma şer in. Di van şer û pevçûnan de gelek çete jî birîndar bûne. Li vê taxê û derdora wê hê jî şer û pevçûn didomin.
- Dîsa ev şer û pevçûn bi çekên giran didomin.”
- Di şer û pevçûnan Gerîlayekî me bi berxwedanek mezin şehîd buye. Nasnameya rêhevalê me yê Şehîd wê piştre were aşkere kirin.
3 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ