HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê meû raya giştî re!

Tevî hemû hişyariyên tevgera me, dewleta mêtînger a TC  karê çêkirina bendav û qereqolan ku perçeyek ji şerê qirkirina gelê Kurd de, dewam dike. Hin noker û xaniyên Kurd jî bi dilxwazî di nava van pêkanînên tinekirin û qirkirinê de cih digirin.

Tevî hemû hişyariyên me yên bi rêya çapemeniyê hatin dayîn, kesê bi navê Siddik Balkan ê li navenda Şirnexê dijî, li ser bingeha nokeriya bi dijmin re, di helwesta xwe ya nokeriyê ya li dijî gelê Botanê û hêzên me yên gerîla de israr dike û karê çêkirina 7 qereqolên li gelemperiya Botanê bi xwe û taşeronên xwe dimeşîne.

Li hemberî rastiya vî kesê bi navê Siddik Balkan û helwesta wî ya dijminane, di serî de mirovên li kargehên wî dixebitin em bang li tevahiya gelê xwe yê Botanê dikin ku hişyar bin.

qereqolên çêkirina wan dê bên kirin:

1. Qereqola Wahset Karakolu – Silopî

2. Qereqola Mezra – Elkê

3. Qereqola Dagdîbî – Qilaban

4. Qereqola Erolaç - Elkê

5. Qereqola Ûzûngeçît – Qilaban

6. Qereqola Cizîrê – Cizîr

7. Qereqola Agiskê – Şirnex

3 Cotmeh 2013

Fermandariya Qada Botanê ya HPG'ê